Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Yasa ya Iraqê Ebdulhadî El Sadawî, diyar kir leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê bi cih bûne dagirkerin û ti sedem-tifaq nîne ku ew hêz li wir bimînin. Sadawî bal kişand ser yaseya ji bo derxistina hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê ku yaseya qalkirî tê amadeirin û hêzên dewleta tirk jî di nava xwe de digire.
Hebûna hêzên li Iraqê ne yasayî ne
Parlamenter Ebdulhadî El Sadawî derbarê hebûna leşkerên biyanî yên li ser axa Iraqê û bi taybet leşkerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê de, axivî. El Sadawî, destnîşan kir ku di navbera Iraq û Washington de tifaqa stratejîk heye, lê di tu xalên vê tifaqê de behsa hebûna baregehên hêzên Amerîkî, yan jî hêzeke din a biyanî nehatiye kirin û destura baregehan nehatiye dayîn.
Têkildarî hebûna leşkerên Tirk a li Başîqa û Herêma Kurdistanê jî El Sadawî wiha axivî, “Ev hêz hêzên dagirker in. Iraq jî van hêzan weke hêzên dagirker dibîne. Ji ber ku ti sedem an jî lihevkirin nîne ku ev hêz li vir bimînin. Her yasayek ji bo derxistina hêzên biyanî bê amadekirin, wê hêzên dewleta Tirk jî bixe nava xwe.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ