Li dijî hebûna hêzên Tirk û hewldanên operasyona derveyî sînor li ser xaka Herêma Kurdistanê, çalakvanên civaka sivîl ên Helebce nerazîbûn nîşan dan. Çalakvan Ako Îsmayîl diyar kir ku hatina her hêzekê ji ber çi dibe bila bibe, metirsiya aborî, siyasî û civakî bi xwe re tîne. Ako Îsmayîl wiha dewam kir: “Tişta ku îro li Başûrê Kurdistanê tê dîtin ew e ku alî û partiyên siyasî bi ser welatên dagirker ve parçe bûne. Başûrê Kurdistanê gihiştiye wê astê ku di nava welatên Îran û Tirkiyê de dabeş bibe. Em bi vî awayî vedigerin serdema Şerê Cîhanê yê yekem.”

Mixalefetê nekarî zexta ji bo derxistina hêzên Tirk çêke

Di dawiya gotina xwe de Ako Îsmayil der barê hebûna hêzên artêşa Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivî û got: “Rayedarên PDK’ê bi alîkariya Tirkiyeyê dest daniye ser petrola Herêma Kurdistanê. Aliyên din ên mixalefetê jî nekarîne zextek wisa çêkin ku bibe sedema derxistina hêzên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê.”

 Sûcdarên li dijî Kurdan metirsî ne ji bo Başûrê Kurdistanê

Der barê heman mijarê de çalakvanekî din ê bajarê Helebce Aso Kemal jî da zanîn ku binpêkirina xaka Herêma Kurdistanê wê ji bo dahata welat nebaş be û wiha pê de çû: “Di dirêjahiya dîrokê de hêzên dagirker ji bo dijminahiyê bi berjewendiyên gelê Kurd re bike, hatine Kurdistanê. Ew hêzên ku niha li dijî Bakur û Rojavayê Kurdistanê sûc dikin, heman hêz in ku îro di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ne. Ji bo wê jî cihê metirsiyê ne ji bo Başûrê Kurdistanê.”

Di dawiya axaftina xwe de Aso Kemal wiha axivî: “Ger ne ji ber berjewendiyên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê yên aborî û siyasî be, ew hêzên dagirker nikarin bi hêsanî bikevin nava xaka Başûrê Kurdistanê.”


CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HELEBCE