Hêzên Dewleta Tirk ên xwestin Babê dagirbikin bûne hedef û li gor agahiyên fermî 16 leşker hatin kuştin, 33 leşker jî birîndar bûn.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Fikri Işık, têkildarî operasyona artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê daxuyanî da û diyar kir ku di operasyona li Babê de hêjmara leşkerên wan ên mirine gihiştiye 16’an. Operasyon dagirkeriyê ev 121 rojin ligel çeteyên girêtayî AKP’ê û dewleta Tirk didome. Artêşa Tirk bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di şerê li Babê û derdora wê de herî dawî 14 leşkerên Tirk hatine kuştin û 33 leşker jî birîndar bûne. Wezîrê Parastinê yê Tirk Fikrî Işik, têkildarî rewşa dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Işik, diyar kir ku li El Babê di şerê li dijî DAİŞ’ê de 16 leşker hatine kuştin.
ENQERE