Rêveberiyek nû divê
Dr. Kamûran destnîşan kir ku reftarên niha yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne rewane û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Lê pirsgirêkên wekî siyaseta derve, petrol û mamelekirina ligel derve peywendî bi doza gelê kurd ve hene. Di rastiya xwe de reftarên niha hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dide ne rewa ne. Di warê zagonî de ne zagoni ne. Ji ber parlamentoyek nû hatiye hilbijartin û vîna gel hatiye guhertin. Hevsengiya hêzê ya di parlamentoya nû de heyî, ji hevsengiya hêza berê pir cûda ye. Deshilata ku niha serokwezîrê Herêma Kurdistanê cih bi cih dike, di rastiya xwe de nemaye. Ji ber hêza PDK hatiye guhertin û pir kêm bûye. Ji bo wê hikûmeta were avakirin, nabe serokwezîr li gor hilbijartina borî hinek biryaran bide û hinek karên siyasî bike ku li gor hilbijartina niha negunce."
Nebûna demokrasiyê
Derbarê sedemên avanekirina hikûmetê nû ya Herêma Kurdistanê de jî Mentik wiha got: "Bi dîtina min sedema serekî, tişta behsa demokrasiyê tê kirin û hev pejirandin ji hev pir cûdaye ku di warê pratîkî de tê kirin. Hemû partiyên li Kurdistanê, bi taybet jî partiyên berî niha deshilatdar û behsa demokrasiyê dikirin, di rastiya xwe de baweriya wan bi wê demokrasiyê tune ye. Demokrasiya ku behsa pejirandina hev tê kirin, li Kurdistanê tune ye. Lewra demokrasî wisa qebûl dike ku çawa bixwaze, wisa be. Ew hêza heyî kêm an jî zêde be, dixwaze bi awayekê heye deshilatdariyê bike. Lewa ev hevsengiya hêzê di hilbijartina vê dawiyê ya li Herêma Kurdistanê de hat guhertin."
Bandora Îran û Tirkiyê
Derbarê berjewendiyên dewletên cîran li başûr jî Mentik wiha Got: "Gelek faktorên herêmî peywendî bi rewşa hukûmeta başûr re heye. Bi taybet dîrokek tarî ya hêzên deshilatdar bi Îran û Tirkiyê re hene. Ji ber vê jî di avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekî rasterast ew dewlet dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin. Parastina berjewendiyên wan jî ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.Ji ber sedemên herêmî û hevnepejirandinê, hikûmet nehatiye avakirin. Heta niha di avakirina hikûmetê de qasî berjewendiyên hêzên herêmî û dagirkerên Kurdistanê li ber çav tê girtin, ewqas berjewendiyên gelê Kurdistanê li ber çavan nayê girtin. Ji ber ne di berjewendiyên gelê kurd de ye, 4 mehan valehiyekî rêveberî û yasayî di hikûmeta wan de hebe."
Têkiliyên Tirkiyê û PDK
Dr. Kamûran anî ziman ku PDK û YNK bi Îran û Tirkiyê re berê peyman çêkirine, lê di hilbijartinan re bi taybet serkeftina tevgera Goran vê peymana bi welatên cîran re hatiye çêkirin ji holê rakirine, lewma ji ber daxwaza van dewletan hukûmeta başûr jî nikare bê avakirin. Li gor Mentik, Tirkiya dixwaze PDK di hukûmeta nû de xwedî hêz be.
DÎHA/HEWLÊR