HAWKAR MISTEFA ‬/ SILÊMANÎ/ROJNEWS‬

Rewşenbîrên navçeya Şarezûrê rexne li hikûmetê digirin ku derfetên baş ji bo ciwan û jinên behremend û xwedî hunerê cuda naafirînin ku bikarin hem xwe bi pêş bixin hem jî xizmeta civakê bikin.‬

Navçeya Şarezûrê ya Başûrê Kurdistanê ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye, ji dîrokê ve heta roja me ya îro weke herêmeke hunerî, felsefî û zanistê tê zanîn. Di roja me de di encama êrîşên çandî de ev xisleta wê lawaz dibe, lê belê hîna jî bandora vê heye ku têgotin elaqeyeke mezin ya ciwanên Şarezorê ji huner û wêjeyê re heye.‬


 ‬Hikûmet îhmalkar e‬

Li Başûrê Kurdistanê beşeke mezin a ciwanan elaqedarî karên hunerî ne lê, ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê derfetên pêwîst ji bo ciwanan naafirîne û sermayeguzariya pêwîst ji bo nifşê nû nake, ev elaqeya ciwanan ber bi navendên cuda ve diçe û gelek ji wan jî berê xwe didin koçberiyê. Rewşenbîrên Şarezûrê jî daxwaza afirandina derfetên pêwîst yên hunerî ji bo ciwanan û jinan dikin û dibêjin, hikûmet ne tenê ciwanan hemû beşên civakê îhmal kiriye. ‬

Ciwaneke şêwekar Şênê Tahîr diyar kir ku ji ber zextên civakê ku jin nikarin bi serbestî derkevin derve beşdarbûna wan ya ji xebatên hunerî re kême û got: “Jin nikarin mîna zilaman wer bi serbestî derkevin derve, ji ber wê beşdarbûna wan ya li xebatên hunerî li gorî ya zilaman kêmtir e.”‬ ‬


Ji bo jinan derfet nayîn afirandin‬

Şênê Tahîr her wisa rexne li hikûmeta herêmê jî girt ku derfetên pêwîst ji bo ciwanan û nexasim jî ji bo jinan naafirîne û got: “Ya rastîn, gelek jinên di warê wêjeyî û hunerî de jêhatî hene. Jinên xwedî qabiliyet jî gelek in. Lê, hikûmet û aliyên peywendîdar hîna jî ev derfet ji bo jinan û ciwanan çênekirine ku bikarin hunerê xwe bixin xizmeta civakê. Ev erka hikûmetê ye ku derfeteke wisa biafirîne.”‬

Rojnameger Osman Ebdula jî têkildarî rewşa huner li navçeya Şarezûrê got: “Tevî ku elaqeyeke mezin a vê navçeyê ji xebatên hunerî re heye jî heta niha hikûmet girîngî pê nedaye û derfetên bipêşxistina xebatên hunerî çênekirine.”‬

Ciwanên behremend hene, derfet nînin ‬

Ebdulla diyar kir ku hikûmeta herêmê ne tenê ciwanan îhmal dike, hemû beşên civakê jî îhmal dike û wiha axivî: “Ev xemsariya hikûmetê hiştiye ku ciwanên herêmê di vî warî de bê hêvî bibin û ev xebatên hunerî bi pêş nekevin.”‬

Mamosteya Beşa Kurdî ya Fakuleteya Perwerdê ya Zanîstên Beşerî ya Zanîngeha Helebceyê, Kanîwar Bekîr jî li ser mijarê got, “Ji dema ku ez di beşa Kurdî de dixebitim heta niha danûstandineke min a bihêz li gel ciwanên navçeyê heye. Dikarim bibêjim ku birastî jî gelek ciwanên di mijara hunerî û wêjeyî de behremend û jêhatî hene. Mixabin hikûmetê heta niha jî nekariye ji jêhatîbûn û hunerê van ciwanan sûdê wergire.”‬

Bekîr diyar kir ku ji bo ciwan bê hêvî nebin û hêza wan baş were nirxandin, divê navendên hunerî û wêjeyî ji bo wan bên avakirin.‬