ZOSK BALEK / BALEKAYETÎ/ROJNEWS
Hunermendên Balekayetî li ser guhnedana hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hunerê Kurdî peyivîn. Hunermendan got, hikûmet zêde qîmetê nade xebatên hunerî û jixwe yên hene jî girêdayî hizbên siyasî ne.
Li herêma Balekayetî gelek ciwan hene ku di warê hunerî de jîr in. Lê ji bo qabiliyet û hunerê xwe pêş de bibin zêde derfet tuneye û hikûmet jî di vî warî de ciwanan teşwîq nake. Ciwanên Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê ji vî halî gazincan dikin û ji bo alikarî û teşwîqê bang li hikûmeta Herêmê Kurdistanê dikin.
Li ser pişta ciwanan e
Yek ji wan ciwanan şêwekar Yelda Mihemed got, hikûmet heta niha zêde guh neda karên bi vî rengî ew jî kir ku huner zêde bi pêş nekeve. Yelda Mihemed wiha peyivî: “Huner li Balekayetî li ser pişta hinek kesên afirîner û ciwanan hinek bi pêşketiye. Niha ez bi xwe gelek qîmetê bi hunerê şêwekarî didim. Ji bilî aliyê muzîkê ku divê giringiyek zêde jê re were dayîn. Ji ber ku hikûmetê giringiyek wisan pê nedaye.”
Mamostayê muzîkê Rêbîn Elî, îşaret bi derfet û mecalan kir û derheqa vê de wiha axivî:”Herçî bi hunerê re mijûl e, ji xwe re derfet û mecalan çêdike. Mesrefên xwe jî ji berîka xwe dide. Hikûmetê hinek navend vekirine, lê ew jî hizbî ne. Herçî ji hizbên siyasî ne, tê de ne. Ji bo wê li Balekayetî nekariye di milê hunerî de, pêşketinê çêbike.
Em jî kîsê xwe didin
Berpirsê Komeleya Hunerî ya Mamerute Şêrwan Xidir jî diyar kir ku ev komeleya hunerî ji aliyê komek ciwanan ve hatiye avakirin û wiha qise kir: “Tevî gelek rêxistinên hizbî û hikûmî, lê di warê hunerî de timî valahî çêdibe. Ji bo vê yekê me di sala 2011’an de Komeleyek ya şano û muzîkê ava kir. Endamên me ciwanên herêma Balekayetî ne. Heya niha tu aliyek hikûmî alîkariya me nekirine. Tevî ku piraniya endamên komeleya me kesên xwendekar in. Em ji kîsê xwe xizmetê di warê hunerê de dikin.”
Muzîsyen û stranbêj Îbrahîm Mehmud jî got: “Tevî gelek navendên rewşenbîrî hene, lê nekarîne di warê muzîk û hunerê de xizmetê bikin.”