LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT


Dersdar û namzetê doktorayê li zanîngeha Reading a li Ingilistanê, pisporê ewlekariyê Osman Ismail, li ser xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê ku nexasim jî li deverên di bin hukmê birêveberiya YNK´ê de nirxand û got, ji ber nebûna pêşengiyeke siyasî û dezorganîzebûna wan, wê encamên darî çav bi xwe re neînin. Hoshman Ismail wekî din îşaret bi diyardeyeke din kir ku di dema serdana Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî ya li Berlînê de pêr xelkê ji Başûrê Kurdistanê ew protesto kirin û got, ev diyardeyeke bi temamî nû ye di dîroka siyaseta Başûrê Kurdistanê de.


Xwepêşandan xwezayî ne

Osman Ismaîl dibêje, derketina holê, dem û awayê xwepêşandanan îşaret bi dezorganîzebûna wan dike, li navçeyên Silêmanî, qismî li navenda Silêmanî û Helebce jî ev xwepêşandan belav in ji ber ku rêvberiya YNK´ê xwe bêhtir radigire li tevgerên civakî. Osman Smaîl di vê peywendê de tevgera xwepêşandanan ne weke xwerû pirseke ewlekariyê, ne jî weke tevgereke girseyî ya siyasî-civakî dinirxîne, serê pêşî jî ji ber nebûna îfadeyeke wan a siyasî, struktur, daxwazên darîçav ên siyasî û civakî û dezorganîzebûna wan: “Mesele ne meseleyeke ewlekariyê û ne jî meseleyeke xislet siyasî ye jî. Ya herî maqûl ew e ku ev fûrîna sebra mirovan be. Rewşa wan a civakî û aborî derb xwar van her sê çar salên bihurî. Hikûmetê nekarî mûçeyên mamûran bide. Halê hazir jî ne mazot û ne jî kîrozînê dikarin bidin xelkê da ku vê zivistanê malên xwe germ bikin. Nexasim jî nifşên nû gelekî hêrs rabûyî ne. Di navbera wan ên ku partiyên siyasî nexasim jî ew ê nêzîkî malbatên Barzanî û Talabanî destekê didin wan û xelkê mayî de.”



Tirsa ji dekûdolabên PDK´ê

Li gorî Osman Ismail, pirsgirêka ewlekariyê tenê elaqedarî şewitandina avahiyên hikûmetê û partiyên siyasî ye, ne xasim jî li navçeyên Pîremegrûn, Ranya û Çemçemalê û qismî jî li Helebce. Osman Ismail, dibêje, ev her sê navçe jî di rabihuriyê de hatine paşguhkirin û ji bo xelkê derfetên kar nehatine afirandin û xwepêşandanan weke “gelekî xwezayî” bi nav dike.

Osman Ismail, xwepêşandanên beriya niha jî bi bîr dixe ku PDK´ê bi bicihkirina zilamên xwe, ji xwe re derfet û rewabûn afirand ji bo ku bi şidetê dest werde xwepêşandanan û wan bitepisîne û dibêje, “Tirsa min heye heman partiyên siyasî, dîsa vê rêbazê bi kar bînin.” Weke sedema muhtemel jî ew îşaret bi wê yekê dike ku pêşiyê bigire li ber xwepêşandanên bi heman rengî li Hewlêr û Duhokê.



Hem memûr û hem saziyên wan hatin paşguhkirin   

Osman Ismail, îşaret bi wê yekê kir ku memûr, nexasim jî mamoste bi temamî hatine paşguhkirin û êdî ketine rewşekê ku nikarin debara xwe bikin, bi ser de jî dezgehên mîna dibistanan jî hatine paşguhkirin bi wî rengî ku êdî ev dezgeh bi erk û karê xwe nikarin rabin. Ango hem perwerde, hem xizmeta tenduristiyê di wê astê de ne ku tevizîne; ango pereyên xelkê nînin ku dermanan bikirin yan jî mesrefên emeliyatan bidin; herçî perwerde ye, zarok jî tenê karîne 10 ta 15 rojan biçin dibistanê. 

Ji bo sedema sînordarbûna xwepêşandanan li herêmên di bin kontrola YNK´ê de jî bi  hevokekê Osman Ismail dibêje, “Li devera di bin kontrola PDK´ê sifir tolerans heye ji bo protestoyan”. Osman wekî din got, li van deveran kesek xwedî niyeta protestokirinê be jî ew dikare bi fikar be ku dikare bê girtin.


Destwerdana Bexdayê?

Li ser bikaranîna Bexdayê ya van xwepêşandanan jî Osman Ismail difikire, ku bi van xwepêşandanan ew dikare bêhtir zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike. Bi girtina sînor û balefirgehan, ji Bexdayê hatiye ku derbê li bazirganiya Başûr bixe. Ango li gorî Ismail, bi firotina petrolê berê hinek dahata hikûmeta Başûrê Kurdistanê hebû ku mûçeyan qismî bide, lê niha ev dahat nîne û her du malbatên desthilatdar naxwazin yan jî ne amade ne ji dahatên xwe yên şexsî parekê bidin xelkê. Dema rewş wisa ye, Bexda dikare li cem hêza hişk ya nerm jî bi kar bîne ku bike ku bi zehmetiya debarê ya xelkê zext li hikûmeta Başûr zêde bibe.


Tevgera Gorran du serî û du gotin e   

Lê belê Tevgera Gorran li ku devera van bûyeran e? Li gorî Osman Ismail, Tevgera Gorran siyaseta xwe ya stratejîk beramberî xelkê ji dest daye. Di heman demê de perspektîfeke wê ya siyasî û helwêsteke wê ya beramberî bûyeran tevî hêzeke eskerî yên Gorranê nînin. Osman Ismail dibêje, Gorranê sozên xwe yên dayî xelkê bi cih neanîn û rewşa wê nexasim jî dema bû parçeyek ji hikûmetê, ev rewş xirabtir bûye: Gorranê zilamên xwe girtina kar û xwe di nava post û erkan de tevî zilamên xwe bi cih kiriye. Jixwe, piştî mirina Noşîrwan Mistefa jî dubendîbûneke daye der di navbera nifşê kal ê ku ji kevne rêveberên YNK´ê tê pêk û nifşê ciwan de.   

  

Dengê xwe bilind dikin li derveyî welêt jî

Ji bo encameke şênber jî Osman Ismail ne xweşbîn e û dibêje, “Ji bo vê divê çalakî li seranserê Başûrê Kurdistanê bên birêvebirin. Bi ser de jî, li Başûr ya heyî ne hikûmet e, rêveberiyeke du malbat li ser hukimran in. Van her du malbatan jî li tevahiya civakî endam û alîgirên xwe bicihkirin. Qederê milyonek û nîv - du milyon mirov kirine mûçegir. Ev ên ku xwepêşandanan bi rê ve dibin, dibe ku ne xwediyê wê hêz û taqetê bin ku vê rewşê biguherin. Ew gelekî dezorganîze ne. Li Silêmanî, li hin qismên Kerkûkê û Helebceyê hene. Lê ne li Duhok û Hewlêrê. Ew dengê xwe bilind dikin. Ev dikare çendekê dewam bike, lê bi baweriya wê demeke dirêj dewam neke. Dewam jî bike, kapasîteya wê nîne ku hikûmetê biguhere. ji bo vê divê ew weke raperîna 1991´ê ya li dijî rejîma Sedam be. Jixwe ji heman deveran raperînê dest pê kiribû. Muhtemelen hikûmet li şûna hin encamên siyasî wê tercîh bike ku bitepisîne. Lê xelk gerekî hêrsrabûyî ne. Binihêrin, ev yekem car e ku Kurdên ji Başûr, di dema civîna Nêçîrvan Barzanî, Qubat Talabanî bi Angela Merkel re ew protesto kirin; ev yek berê neqewimî bû, ev yekem car e. Hêrs ne tenê li Başûrê Kurdistanê ye li derveyî welêt e jî.”