Parlementera Kurd Sevîm Dagdelen anî ziman ku ew bi fikareke mezin bûyerên li Bakûrê Kurdistanê dişopînin û wiha peyivî: “Em bi fikareke mezin bûyerên li Bakurê Kurdistanê nexasim yên li Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Amedê û li deverên din rû didin, dişopînin. Em şerê qirêj û barbar ê dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Ew birîndarên di jêrzemîna xaniyê de, me heftêya borî di parlamentoya Almanyayê de jî anî rovejê. Me got, hûn hevalbendên Erdogan in û ew jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin, li dijî sivîlan û heta bi birîndaran jî sûc dikin. Li aliyê din hevalên me yên parlamenter jî tim hewla têkiliya bi herêmê re dan. Mirovên sivîl ji aliyê dewletê ve tên kuştin û bi navê terorîzmê dixwazin ser bûyeran binixumînin. Helbet ku kesên herêmê li mirovan qedexe bike, medyayê derdest bike, wê bikare bi sanahî şopên komkujiyên xwe jî wenda bike. Gelek caran çek û sîleh davêje ber cenazeyan û di ser cesedan re jî propangayê dike. Em wan bûyeran di meclîsa Alman de tînin ziman, di komîsyonên mafên mirovan de, di komîsyona Ewropa û ya karên derve de jî emê bînin rojevê.”
Sûdwergirtina aborî û dibertiya Beşar Esad
Dagdelen anî ziman ku ji ber sûdwergirtina aborî û lihevkirina dijbertiya Esad partiyên Alman çavên xwe ji terora dewleta Tirk re miç kiriye û wiha pê de çû: “Di van 15 salên dawî de aliyê herî zêde ji polîtîkayên AKP’ê û yên dewleta Tirk a aborî sûdê wergirtiye, sermayeya Alman e. ya herî zêde sermeye îxracê wê derê kiriye jî Alman in. Berjewendiyên sermayeya Alman ya ji wê derê pir zêde ye. Hikûmeta Alman jî bêguman ji bo sermeyaya Alman kar dike. Deng û guh û destê sermayeyê ne. Ya duyê jî, warê polîtîkaya derve ya Rojhilata Navîn de jî li hev dikin. Wek nimûne: AKP, Erdogan û Merkel di babeta têkbirina Esad de jî hevalbend in. Ev di warê eskerî, patroîtan li dijî Suriye û Rusyayê û di heman demê de. Li gel ku hikmûmeta Alman baş dizane Tirkiye çekan dide terorîstên îslamîst jî, hê jî çekan difroşe Tirkiyeyê. Xala siyê jî, herêma li bakurê Suriyeyê ket destê Kurdan, ji xwe re pergaleke saz kirin û bi awayekî demokratîk wê derê bi rê ve dibin. Hikûmet û dewleta Tirk vêya naxwazin, ew di kevneşopiya dijminahiya Kurdan de berdewam in; yek dewlet, yek al û yek netew destûra wan e.”
Partiyên din bêdeng dimînin
Her wiha Parlementer Dagdelen destnîşan kir ku gava ew rewşa Kurdan li meclîsê tînin rojevê, partiyên demokratên xirîstyan, yên sosyal demokarat û heta hind caran partiya kesk jî li dij derdikevin ango bi bêdengiyê ve herê dikin û wiha pê de çû: “Hikûmeta Alman li ser navê parastina mafên mirovan, mafên jinan Yuguslavya parçe kir, esker dişîne Efxanîstanê û Tirkiyeyê destek dike, hevparê şer e. Ew wek partî. hikûmet û wek kes jî gunehkar in. Mixabin em çi jî bikin, ji ber wan peywendiyên qirêj yên di ser berewendiyan re, derfeta me ya alîkariyê jî ne zêde ye. Li gel hemû astengiyan jî dive em timûtim bi wê têkoşîna gelê Kurd re û bi xebatên hevrengî re di nav hevkariyê de bin.”
'Îflasa polîtîkaya Merkel e'
Serokwezîre Almanya Angela Merkel di vê rojên komkujiyê de serdana Tirkiyeyê kir û Dagdelen serdana Merkel wiha şîrove kir:" Erdogan bi awayekî filî pergala serokatiyê saz kiriye, dewletên Ewropa û Rojava jî herê dikin. Serdana Merkel şimaqeke li ser rûyê muxalefet û hêzên demokratîk e. Ji bo penaber ji Ewropayê dûr bimînin, 3 milyar dan Erdogan, ev jî pir qirêt e û îflasa polîtîkaya Merkel e jî. Desteka Erdogan di rastiyê de afirandina bi sedhezaran penaberan e. Beriya demek Oztûrk Tûrkdogan got û Wezareta Karên Derve Ya Alman jî îtiraf dike ku niha 200 hezar kes li Bakur ji warên xwe bûne, penaber in. Dewleta Tirk şer dike, li dijî gelê xwe şerekî bêpîvan dike. Mal û war xera dike û mirov ji cihên xwe dibin. Îro nebe siba tekes dê ew jî ber bi Ewropayê ve werin. Lewre li metropolan jî Kurd tên lînckirin, kar nadin wan, dikan û malên wan jî tên şewitandin. Ev misoger e ku hesabê li Almanya tê kirin wê li Tirkiyeyê rast dernekeve. Dîsa jî baş dizanin ku Tirkiye çekan dide El Nusra û DAÎŞ'ê ma ne ew in ku mirovan ji warên wan dikin? Li gorî min ew pere dabana YN'ê wê baştir bihata bikarnanîn û kontrola wê jî hêsantir bûya. Ji xwe baş tê zanîn ku desthilata Erdogan çiqas diz û gendel e."
YEKO ARDIL/BERLIN