Keça Hevserokê KCD-E´yê Yuksel Koç ê li Strasbourgê ev 72 roj in çalakiya xwe dewam dike, Dîlan Koç, ji bo balê bikişîne ser çalakiya bavê xwe û bixwaze ku hikûmeta Elman jî helwêstekê nîşan bide, ji hikûmeta Elman re bi rêya têkiliyên bi welatiyan re nameyek şand. Dîlan Koç a 19 salî piştî ku sedema çalakiyê rave kir, got, ew ji ber rewşa tenduristiya avê xwe mitaleyan dike. Dîlan bavê xwe weke “Bav, leheng, mamoste û mînak” ji bo xwe terîf dike û dibêje, “ez dizanim û fêm dikim çima bavê min vê çalakiyê dike.” Dîlan dibêje, ew gelekî hez ji bavê xwe dike û dixwaze ji bo ku ew karibe hîna pê re jiyanê parve bike, hikûmet jî bi erka xwe rabe.
Li ser navê Xizmetên Welatiyan û Agahdariyê yên Hikûmeta Federal a Elman jî Inga Seelinger bersiveke ecêb da Dîlan Koçê.
Wê bi awayekî bê şerm û weke ku li ser navê hikûmetekê nepeyive, got, “Mitale û fikarên te ji bo bavê te, mirov fêm dike. Li gorî nûçeyan, bavê de bi dilê xwe di vê çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ez pêşniyazî te dikim ku tu tesîrê li bavê xwe bikî, da ku protestoya xwe bi rêyên din ên protestoya siyasî bike. Azadiya îfadekirina fikr û civînê derfetên din didin ku mirov - aştiyane û bêyî zirarê li siheta xwe bike - xwedî li doza xwe ya siyasî derkeve.”
Hûn tiştekî nekin Em ê çalakiyaê bikin
Dîlan Koç jî li ser vê yekê bersiv da Ilga Seelinger û got, siheta bavê wê di rewşeke gelekî xirab de ye, xwest hikûmeta federal û çapemenî bêdeng nemînin. Wê îşaret bi bêdengiya medya Elman jî kir û got, “polîsê Elman li ciwanekî Kurd ê bi edrê ketî xist, heta ku ew bêhiş kirin, lê çapemeniyê hîç behsa wê jî nekir.”
Dîlan Koç got, heger hikûmet tiştekî neke, hingê ew bi xwe jî bi ya wê dibe şirîkê sûcî. Dîlan Koç got, divê hikûmet ji bo ku çalakger nemirin tiştinan bike, û heger tiştekî neke, ew ê tevî zarokên din ên çalakgeran li ber Meclisa Federal dest bi çalakiya rûniştinê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN