Parlamena Herêma Kurdistanê piştî 220 rojan bi dengê 89 Parlamenteran hat aktîfkirin. Lê alozî û nerazîbûm dewam dike. Tevgera Nifşê Nû ji civînê derket û parlamen boykot kir.
Parlamena Herêma Kurdistanê bi dengê 89 parlamenteran hat aktîfkirin. 220 roj di ser hilbijartinên parlamena herêma kurdistanê re derbas bûn. Piştî nîqaşan û tevî aloziya di navbera aliyan de, doh hikûmet hat êrêkirin. 5’ê Gulanê PDK û YNK’ê lihevkirina di navbera xwe de îmze kir. Ev lihevkirin ji bo pêkanîna hikûmetê bû.
Bi 89 dengan hate erêkirin
Parlamena Herêma Kurdistanê, doh ji bo dengdana li ser pêşnûmaqanûna aktîfkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û şêwazê hilbijartina wî/wê civiya. Di civînê de bi dengê 89 parlamenteran pêşnûmaqanûn hate erêkirin. 12 Parlamenteran dengê ‘na’ bi kar anî. Tevgera Nifşê Nû (Neweyî Niwe) jî ji civînê derket. Serokê Koma Tevgera Nifşê Nû, Kazim Faruq eşkere kir ku ji ber pêşniyazên wan ên li ser aktîfkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê nexistine nav pêşniyazan û desthilatdariyeke zêde dide Serokatiya Herêma Kurdistanê, ew parlamenê boykot dikin.
Du cîgirên serok wê hebin
Li gorî destûra hatî erêkirin, Serokê Herêma Kurdistanê wê bi dengê pirraniya parlamenteran were hilbijartin û du cîgirên wî hebin. Desthilata wan wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin. Bi erêkirina vê projeyê re, dawî li parvekirina wezîfeya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser saziyên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi dawî tê. Ji roja ku biryar wê di rojnameya fermî ya Kurdistanê de bê weşandin, û pê ve, biryar wê lê bibe.
Nifşê Nû civîn boykot kir
Piştî civînê, Tevgera Nifşê Nû, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî bi daxuyaniyan nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Cîgirê serokê fraksiyona Tevgera Nifşê Nû, Kawa Ebdulqadir li ser mijarê peyivî û got; “Me civîn boykot kir. Ji ber ku me dixwest hilbijartina serokatiya herêmê were guhertin û pêşniyaza me ya ji bo guhertina desthilatên serokê herêmê hatin red kirin. Ji bo wê me civîn boykot kir.”
Me li dijî destûrê deng bi kar anî
Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Şêrko Cewde jî piştî civînê daxuyaniyek da û got; “Em beşdarî civîna parlamenê bûn. Lê em dibînin pirraniya desthilatan gihişt serokatiya herêmê û lêpirsînek wê pê re neyê kirin. Divê serokê herêmê ji bo yekîtiya Herêma Kurdistanê kar bike û asta wî ya zanîngehê bilindtir be. Lê hêcetên wan ji bo van pêşniyazan gelek lawaz bûn. Ji bo vê me li dijî vê destûrê deng bi kar anî û me piştgirî nedayê.”
Tişta çêdibe ne bi sihet e
Serokê fraksiyona Komeleya Îslamî, Ebdulstar Mecîd jî got; “Nabe serokê herêmê di nava parlamenê de bê hilbijartin û parlamen nikaribe lêpirsînê li gel bike. Ya ku li parlamenê çêdibe ne bi sihet e û li dijî proje-destûrê ye. Em ê dema ku namzetê serokê herêmê hate diyarkirin, biryara xwe diyar bikin.”
Kîjan ji wan doktor e
Rojnamevan Şeyma Ebdula jî di nivîseke xwe de got; “Zanîngeh û peymangehan bigirin, êdî pêwîstiya me bi dîplomayan nîne. Gelo ev 89 parlamenter kîjan ji wan doktor û xwediyê dîplomayê ne.”
Şandek ji Herêmê diçe Bexda
Biryarderê Komîsyona Darayî li Parlamena Iraqê Ehmed Sefar eşkere kir ku piştî avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandeyek wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan biçe Bexdayê. Di dewama axaftina xwe de Ehmed Sefar got; “Şandeya Herêma Kurdistan wê piştî temamkirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, hewildan wê werin kirin ku hemû pirsgirêk û nakokiyên aborî yên di navbera Herêm û Bexdayê de werin çareserkirin.”
ROJNEWS/HEWLÊR