
Li gorî rapora enerjiya dikare were nûkirin ya 2016’an a REN21, razemeniya li enerjiya kesk kêm bû be jî, hilberîna enerjiya kesk zêde bûye.
Saziya bi navê Renewable Energy Policy Network for the 21th Century (REN21), ku ji aliyê gelek hikumet, şîrket û rêxistinên civakî yên sivîl ve hatiye avakirin, rapora xwe ya li ser enerjiya dikare were nûkirin ya 2016’an weşand.
Li gorî raporê, hilberîna enerjiya paqij û dikare bê nûkirin a li gelemperiya cîhanê, di sala 2016’an de gihîştiye asta rekorê û hilberîn 8,7 ji sedî zêde bûye. Li gorî vê yekê, hilberîna giştî par gihîşte 2 hezar 17 gigawattî.
Ji ber ketina maliyeta xwe razemenî kêm bû be jî, balkêş e ku dewlet hê jî bi 4 qatan zêdetir razemeniyê li enerjiyên fosîlê dikin.
Hilberîna enerjiya ji roj û ba zêde dibe
Zêdebûna enerjiya dikare were nûkirin, herî zêde bi rêjeya 33 ji sedî, di enerjiya rojê de pêk hat. Di raporê de hat ragihandin ku di vî warî de 303 gigawatt enerjî hatiye bidestxistin. Rêjeya enerjiya ji tîrêjên rojê tê bidestxistin, di sala 2006’an de tenê 6 gigawatt bû. Ji vê hejmarê jî tê dîtin, ku di nava 10 salan de bi 50 qatan zêde bûye.
Enerjiya ji ba hatiye bidestxistin jî, li gorî sala 2015’an 12,5 ji sedî hatiye zêdekirin û di sala 2016’an de 487 gigawatt hatiye bidestxistin. Di sala 2006’an de enerjiya ji ba hate bidestxistin 74 gigawatt bû. Lewma di nava 10 salan de bi rêjeya 6,5’an zêde bûye.
Razemenî daket asta sala 2010’an
Razemeniyên li gelemperiya cîhanê li qadên enerjiya roj, bav, hîdroelektrîk û biyo de, di sala 2016’an de 23 ji sedî kêm bû û daket 242 mîlyar dolarî. Ev yek jî asta razemeniyê ya sala 2010’an e.
Li gorî raporê, kêmbûna razemeniyê 14 ji sedî li welatên pêşketî, 30 ji sedî li welatên bi pêş dikevin pek hat.
ENVER ÇÎFTÇÎ/ANF/STRASBOÛRG