Hilberînerên pembo ji ber keda wan vala çû, bi gazinc in. Hilberînerên pembû diyar kirin ku piştî baran li pembû dike bihayê pembû kêm dibe û pere incax têra karkeran dike. Hilberînerên pembo ên Qoserê sal bi sal kêmtir pembo diçînin. Hilberînerên pembo, anîn ziman ku ji ber baran li pembo dikeve bihayê kempû zêde kêm dibe û heqê keda xwe nagirin. Bi destpêka meha cotmehê baranan dest pêkir û ev yek dibe sedema bihayê pembo hêj kêmtir bike. Ji ber ku gelek hembo hêj nehatine komkirin, gelek zeviyên pembo di bin baranê de man û ji gûzikên xwe ketin xwarê. Ji ber baranê lê kir hem komkirina wî zahmet dibe û hem jî bihayê wî erzan dibe.
Welatiyê bi navê Kadîr Kuzu ê li gundê Heremheda yê Qoserê dijî diyar kir ku pembûyê ku 7 mehan tê mezinkirin û ked lê tê dayîn, li zeviyan ma û ji ber vê yekê mexdur bûn. Kuzu, anî ziman ku hilberîna pembû zor e û lêçûna wê jî gelek e û wiha got: „Li zeviyan keda me dikeve û tevlî axê dibe.“ Kuzu, da zanîn ku piştî baranan dest pê kir xêra hilberînê namîne.
MÊRDÎN