YEKO ARDIL
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pergala hilbijartinan jî li gorî naverok û rêveçûna pergala mêtînger a Tirk e. Pergala ku navê xwe ji nijada Tirk digire û heta dawiyê nijadperest, mijokdar û stemkar e piştî salên 1950 yî ji ber neçariyê demokrasiyeke sembolîk qebûl kir. Navê pergalê wek demokrasî lê kirin, lê mixabin heta roja me jî ev pergala ‘qaşo demokrasî’ her xizmeta dîktatoriya serdestên nijadperest û mêtînger yên Tirk dike. Olîgarkên ku ji sedî 20 yên civaka Tirkiyeyê pêk dihînin, bi saya wê pergalê bi hêsanî dikarin keda gelên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bimijin. Her gava dikevine tengasiyê an jî muxalefeta li dijî zulma nedîtî xurt dibe jî wê pergala qaşo demokrasiyê jî ji holê radikin, yan rasterast radestê leşkeran dikin yan jî bi awayekî dîtir leşker, polîs, hêzên fermî û yên nediyar yên parastina pergalê dixine meriyetê. Ji bo wan ne girîng e bê ka çiqas mirov mirin, çiqas mal wêran bûn, çiqas gund û bajar xera bûn, çiqas ûrt û ocax hatin tefandin. Ji bo wan a girîng berdewamiya pergala zilmê û mijandina xwîn û keda gelan e.
Di dîroka Tirkiyeyê de di nav wê pergalê de tim hewldana avakirina partî û rêxistinên demokratîk jî hatîne dayîn. Ji wana ya yekem avakirina Partiya Karkerên Tirkiyeyê ye. Ew partî di salên 1960´î de hat avakirin û di dema xwe de bi hewla pirtir demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xebatên xwe bi rê ve birin. Partî li ser rêça sovyetê bû, her wisa li aliyekî bi êrîşên herdemî yên dewletê, hêzên tarî û wd re rû bi rû dima û li aliyê din jî ji niqaş û pevçûnên di navbera hêzên sosyalîst yên cîhanî jî bandorê digirt. Wek dihê zanîn wê demê li hemberê pergala sosyalîzma sovyetîk ramanên Troçkî, pergala Çînê, Albaniya, piştre Kûba û Guwaraîzm jî derketin qada dîrokê.
Serokê PKT/TIP (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) Mehmet Alî Aybar ramanên xwe yên derbarê sosyalîzmê de wek:‘Sosyalîzma Xweşbîn an jî sosyalîzma rûkenî’ bi nav dikir. Wê demê ew ji aliyê derdorên konservatîf ve dibû armanca êrîşan û digotin:’Ma sosyalîzm pergala mirûztirşiyê ye ku em pênaseyeke wisa lê bikin?’ Lê dûvre di sala 1968´an de welatê Çekûslovakyayê bi tankên sovyetê dihat dagirkirin. Sosyalîzma sovyetê êdî bi tankên hesin dihat bibîranîn, lê li welatên wek Tirkiyeyê kesayetên wek Behîce Boran mixabin wê dagirkeriyê jî li ser navê sosyalîzmê diparastin.
Biherhal li gel tevahiya kêmanî û aliyên neteweperest yên Tirk jî partî li Tirkiye û Kurdistanê mohra xwe li serdemekê xist. Beşek ji rewşenbîr û çepgirên Kurd yên wek Apê Mûsa jî di nav wê de cih girtin û hewla bi pêşxistina doza neteweyî û çînî ya gelê Kurd dan.
Di encamê de ew partî jî bû armanca tîrên mijokdar û dagirkeran. Balkêş e ku yek ji sedemên girtina wê jî wek pirsgirêka Kurd hatibû nîşandayîn. Hêjayê gotinê ye ku cara ewil li Tirkiyeyê TÎP´ê di bernameya xwe de cih dabû pirsgirêka Kurd û bûbû sedema girtina wê. Ev babet piştî pêncî salan jî sedema girtin û çewisandinê ye.
Dûvre di salên 1970´yî de Partiya Karkerên Kurdistanê derdikeve ser dika dîrokê. PKK jî ramana rizgariya karkeran û ya bindestan ji xwe re wek bingeh digire, li gel rêbaza têkoşîna şerê çekdarî rêbazên dîtir yên heta wê demê mirovahiya pêşverû ceribandî jî bi kar tîne. Li aliyekî ji ber zext û pêkutiyên dewleta faşîst û dagirker bi dizî xwe bi rêxistin dike, li aliyê din jî derfetên bi sinor yên qaşo demokrasiyê jî dixe xizmeta gelê Kurd.
Li hind deveran namzetên xwe tevli hilbijartinan dike, li Batmanê Edîp Solmaz wisa dihê hilbijartin. Mixabin dagirker xwe li encameke wisa nagirin û bê yî ku mehekê Solmaz jî biqede wê qetil dikin. Li amedê Mehdî Zana û li Agiriyê jî Urfan Alpaslan destkeftên wê demê yên Kurdan in, lê dijminên Kurdan û yên mirovahiyê rê nadin ku ew şaredarî kar bikin û encameke erênî ji gel re bi dest bixin. Di wê babetê de jî gava em îro li rewşa şaredariyên Kurdan yên li bakur dimêzînin, mirov dibêje; rewşa Kurdan û dewleta Tirk a dagirker her mîna xwe ye, guherîn û pêşketin nîn in.
Serdemên partiyên HEP, DEP û heta HDP´ê jî bi serê xwe babetên nivîsar û lêkolînan in. Ev hewldanên Kurdan û hêzên pêşverû yên li Tirkiyeyê tev de fersendayîna aştiyê û demokrasiyeke rastîn e. Nexwe her kesê piçek aqilmend jî dizane ku rizgariyeke herdemî û nîhaî ya bi riya hilbijartinan a di destê zaliman de ne pêkan e an jî weke mûcîzeyek e.
Niha hind alî û kes jî dibêjin, ka em çima beşdarî li wan hilbijartinan dikin? Em bi ser jî bikevin, wê ji me bigirin û me bavêjin zindanan. Em boykot bikin çêtir e.
Lê ya rastî ev e ku divê heta dawiyê mirov hilbijartinan jî wek çeper an jî derfetan bibîne. Boykot jî helbet rêbazek e, lê ji bo pergala Tirk a mijokdar wek lûtuf û keremek e. Lewre mirov tif li rûyê wan bike, wê bibêjin; baran dibare!...
Lewma jî divê mirov di riya gihiştina azadiyeke herdemî û mayînde de hilbijartinan jî wek qonaxekê bibîne. Hilbijartin - 1

Lewma jî divê mirov di riya gihiştina azadiyeke herdemî û mayînde de hilbijartinan jî wek qonaxekê bibîne.