Ji ber ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû di dema diyarkirî de nekarî hikûmeta koalîsyonê ava bike, parlamena Îsraîlê (Kneset) biryara pêkhatina hilbijartinên nû da.
Di hilbijartinên giştî yên 9’ê Nîsanê de partiya Lîkûd bû yekemîn, lewma wezîfeya avakirina hikûmetê jî dan Netanyahû. Lê belê Netanyahû nekarî di nava şeş hefteyan de hikûmetê ava bike.
Li ser vê yekê doh bi şev li Parlamena Îsraîlê dengdan hate kirin û di encamê de biryar hat dayin ku hilbijartinên pêşwext bên kirin. Di dengdanê de ji 120 parlamenteran 74 parlamenteran dengê xwe ji bo pêkhatina hilbijartinên pêşwext da. 45 parlamenteran jî red kir. Parlamenterek jî bêalî ma.
Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku hilbijartinên pêşwext 17’ê Îlonê pêk werin. Ji sala 1948’an dema avabûna Îsraîlê û vir ve, cara yekemîn e ku parlamen piştî sondxwarinê di demeke ewqasî kurt de betal dibe. Parlamenterên Îsraîlî berî mehekê sond xwaribû û dest bi serdema nû ya qanûndanînê kiribû.
TEL AVÎV