AZAD SEFO / DIYAR EHMO / ANHA


Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê ji bo hêsankirina çalakiya hilbijartinê, bajarên mezin dabeşî gelek navçeyan kir, her wiha gelek tevbîr kir li ser  mijarê.

Piştî ku qonaxa yekemîn a hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê ku tê de hevserokên komunan hatin hilbijartin, serketî bi dawî bûn, tê payîn ku qonaxa duyemîn di 1’ê Kanûnê de bê lidarxistin; û di vê qonaxê de jî meclîsên herêmên Bakurê Sûriyeyê wê bêne hilbijartin. Her wiha tê payîn ku qonaxa sêyemîn jî di 19’ê çileyê 2018’an de bête lidarxistin.


Li gorî navçe û bajarokan sindoq

Di qonaxa duyemîn a hilbijartinan de sindoq dê li gorî navçe û bajarokan bêne danîn da ku hilbijêr karibin bi hêsanî dengên xwe bi kar bînin.

Bajarok û gund: Bi armanca hilbijêr bi hêsanî karibe meclîsa bajarok, navçe û kantonê hilbijêre, 3 sindoqên bi rengên cuda dê li her navendê bêne danîn.

Navçe: Li navçeyan jî Komîseriya Bilind du sindoqên bi rengên cuda ji bo navçeyên Bakurê Sûriyeyê danîne.


Dabeşkirina Hesekê û Qamişlo

Derbarê herdu bajarên Qamişlo û Hesekê de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bajar dabeşî navçeyan kir. Bajarê Qamişlo dabeşî du navçeyan, ango navçeya rojhilat û navçeya rojava hat kirin. Li van navîeyan du sindoq wê bêne danîn.

Bajarê Hesekê jî dabeşî sê navçeyan hate kirin. Navçeya rojhilat, navçeya rojava û navçeya başûr, her wiha navçeyên Şedadê, Holê û El-Erîş ên ser bi bajarê Hesekê jî du sindoq ji bo her navçeyekê hatin diyarkirin.


Tedbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya şaşîtiyan

Bi armanca rêgirtina li pêşiya şaşîtiyan, Komîseriya Bilind gelek tedbîr girtin, hin ji wan tedbîran ev in:

* Her sindoq û zerfa girêdayî wê, dê bi rengekî taybet bin. Rengê sindoq û kaxezên taybet bi şaredariyan dê spî bin, navçe jî dê sindoq û kaxezên wê bi rengê şîn bin û sindoq û kaxezên kantonan jî dê bi rengê gewr bin.

* Dema hilbijêr dengê xwe bi kar tîne, divê zerfa ji aliyê endamê Komîseriyê ve mohr bike û paşê berê xwe bide odeya veşartî da ku dengê xwe bi kar bîne.

* Beriya ku kaxezên hilbijartinan dikevin sindoqan “çavdêrê sindoqê” ji zerfê piştrast dibe ku hatiye mohrkirin û hilbijêr bêyî ku zerf were mohrkirin nikare dengê xwe bi kar bîne.

* Tiliya her hilbijêrekî ku dengê xwe bi kar aniye bi boyaxeke taybet tê boyaxkirin.

* Çênabe kesên ku kartên hilbijartinê wernegirtine, dengên xwe bi kar bînin.

* Piştî ku hilbijêr dengê xwe bi kar anî divê berê xwe bide nûnerê pênasekirinê da ku karta xwe ya hilbijartinê mohr bike.


Agahiyên giştî

Hejmara sindoqan li herêma Cizîrê 859 in û wiha hatine belavkirin: “Dêrik 100, Girkê Legê, Cilaxa û Tilkoçer 100, Tirbespiyê 37, Amûdê 40, Dirbêsiyê 52, Serêkaniyê 50, Zirêgan 27, Til Temir 42, Qamişlo 94, Til Hemîs 35, Til Birak 37, Hesekê 194, El-Erîşê 30, Şedadê 35, Hol 26.”