SOZDAR CEMÎL  / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN


Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk, Kovan Kenho diyar kir ku di dema aloziyên Sûriyeyê de lidarxistina hilbijartinên demokratîk, serketineke mezin ji welatiyên Bakurê Sûriyeyê re ye û bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin.

Bi nêzîkbûna dema qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re, piştî ku hilbijartinên hevserokên komînan serketî di qonaxa yekemîn de pêk hatin, 1’ê Kanûna bê meclîsên herêmî yên herêmên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê bêne hilbijartin.


Ji bo xizmeta civakê

Lîsteya Neteweya Demokratîk jî di vê çarçoveyê de bernameya xwe ya ji bo propagandaya xwe eşkere kir. Li ser mijara hemleya propagandaya hilbijatinan Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk, Kovan Kenho diyar kir ku li darxistina hilbijartinan li Bakurê Sûriyeyê di demeke dîrokî û hesas de pêk tê û ew weke Partiya Rojava ya Demokratîk dê di nava lîsteya Neteweya Demokratîk de ku ji 18 partiyên Kurdî, Erebî û Suryanî pêk tê, beşdarî hilbijartinan bibin û li gorî xizmeta civakê û azadiya wê û demokrasiya welêt û jiyaneke hevbeş, ew ê tev bigerin.


Bi berpirsiyarî dengê xwe bidin

Kenho di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek lîsteyên ji bilî lîsteya Neteweya Demokratîk hene û wiha domand: “Em bi hêvî ne lîsteya me di hilbijartinan de bi ser keve û em paşerojeke geş ji hemû pêkhateyan re dixwazin û divê hemû welatî dengên xwe bi awayekî demokratîk û berpirsyar bi kar bînin.”

Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk Kovan Kenho di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku bi coş beşdarî çalakiya hilbijartinan bibin û beşdarî avakirina welatê xwe bibin.




PYD bi namzetan re civiya



Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, bi namzetên hilbijartinan ên Serêkaniyê re civiya û mijarên rêveberiyê û hilbijartinan bi wan re nîqaş kirin.

Civîn li navenda Çand û Hûner a Waşokanî bi tevlîbûna Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman, Endamê Meclîsa PYD’ê Ciwan Mistafa û bi dehan namzetên hilbijartinan hate lidarxistin.

Endamê Meclîsa PYD’ê Ciwan Mistafa bûyerên dawî li herêmê nirxandin û îşaret kir bi giringiya hilbijartinên meclîsên rêveberiyên hereman di peywende avakirina demokratîk a sîstema federal de. 


ANHA / SERÊKANIIYÊ