Hilbijartina 7’ê Hezîranê Ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, bi qasî guhartina hevsengiyên hêzê di nava sinorê Tirkiyeyê de û zêdetir jî bandor li herêmê bike. Hemû helwestên ku di qonaxa ber bi hilbijartinê de hatin dayin giringiya vê hilbijartinê ji bo beşên Kurdistanê yên din nîşan dide.
Niha rayagiştî ya Kurdan di asta gel de herî zêde piştgîrî li HDPê dikin, lê di asta partiyên siyasî de ev helwest bi du beş û nêrînên cuda pêk tên. Piranî hêzên Kurdistanî piştgîriyê didin HDP’ê û wer bawerin ku bi serkeftina HDP’ê, serkeftina wan e. Her çiqas nikaribin ji aliyê zagonî ve dengê xwe bidin jî lê di aliyê manewî de girîng dibînin. Wan hêzan bawerin ku bi serkeftina HDP’ê, wê pêvajoya aştî jî bi ser bikeve, wê alî têkoşîna ji bo mafên Kurdan, netew û rengên din yên hatine berterefkirin, wê pêngaveke nû û dîrokî bi xwe re bîne. Ev pêngava dîrokî wê têzên bi hevre bi awayekî wekhev û azad jiyînê carêkî din piştrast bike.
Ev serkeftin wê ji bo qonaxa pêşiya me wê destkeftiyên mezin ji bo beşên din a Kurdistanê bi xwe re bînê. Ji ber ku Kurdan raste rast faktora yekemîn û demokratîzekirina welatên ku pirsgirêka Kurd çaraser nakin de roleke kilîd dilîze. Her gavake di aliyê çareserî û guhartina sistemê de werê avêtin, wê bandora mezin li beşên din a Kurdistanê bike, bi taybet Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku bi serkeftina HDP’ê wê sistema înkarê bi tevahî hilwêşe. Her çiqas heya niha bi saya têkoşîna 40 salî ev sistema înkarê bê wate hiştibe jî, serkeftina hilbijartinan wê ji aliyê zagonî ve ferz bike ku pêngavên nû bên avêtin. Ji ber ku ti partiyeke din nikarê bê HDPê di parlemanê de zagonan nû erê bike. Çareseriya pirsgirêkên herêmê û rêyên çareserî yên di bernama HDP’ê de hene. Wê di rojeva meclisê de bê û destê gelê Kurd û azadîxwazên Tirkiyeyê zêdetir bihêz bike. Her wiha wê zêdetir jî sînorên di navberê Kurdan de bê wate bibe û bibe modêleke nû ji lihevkirina Kurdan bi hêzên din a demokratîxwaz û azadîxwazên di nava sinorên welatên din a dagirkerên Kurdistanê de. Hêzên Kurdistanî bi vê zanabûn û hişyariyê piştgriya manewî didin HDP’ê. Wan hêzan ne tenê bi daxuyanî, lê bi şandina heyetê desteka xwe ji bo HDP’ê nîşan dan.
Hin derdor hene ku dixwazin bi riya provokasyonan bandora erênî û tevlîbuna HDP xerabikin. Ji ber ku tiştekî bêjin nîne û ti dermanên wan nîne ji bo derdê Kurd û yên din. Heya niha Îran jî di nav de ti hêzekê cesaret nekiriye ol û Quran di dema hilbijartinê de bikar bînê, lê yên li dijî HDP’ê ne, hem AKP û hem hevkarên wan ên Kurd ev jî kirin. Pêkanîna 122 êrişên li ser sazî, alîgir û endamên HDP’ê nîşana îflas û bêçareyiya van hêzan e.
Li gorê îdayan tê gotin û hin fotograf jî derketine çapemeniya Kurdan li Hewlêr, bi hin eşîrên Bakurê Kurdistanê civîn hatiye lidarxistin û ji wan xwestine dengê xwe nedin HDP’ê. Ev bi îhtimaleke zêde rast e ji ber ku heya niha van kes û aliyên bi van êşîran re hevdîtin kirine û ti piştgiriyeke ji bo HDP’ê nîşan nedane. Berovajî pir vekirî di çapemeniyên xwe de alîgiriya AKP’ê dikin, saziyên wan li Hewlêrê xelat dikin, çi ji destê wan were li dijî HDP’ê dikin. Ji xwe piştî civîna nûnerên çend partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistan li Hewlêrê serokê yek ji wan partiyan vekirî got :”Mayîna HDP’ê di bin barajê de ji bo gelê Kurd wê bixêr be”. Ev nêrîn dibe ku di warê taktîka siyasî de ji bo vê mêjî û zihniyetê serkeftî be lê alî stratejî de weke ku bi bivirê darê binê xwe jê bike.