Yeko ARDIL

‘Civaka cahil û nezan bibe xwedî mafê hilbijatinê jî ti demê wê nikaribe bi awayekî azadî daxwaza xwe hilbijêre, bi tenê wê zen bike ku hildibijêre. Hilbijartina di nav civaka nezanan de wek ku mirov ji mirovekî nexwende bipirse bê ka kîjan pirtûkê dixwîne. Kesên di encama hilbijartineke wilo de dihêne ser desthilatê, bi riya şanoya sazkirîn ve, ew kes in ku desthilatdarî û serxwebûna gel xesp dikin, kesên zalim û fenok in.’

Ev gotinên jor ên ramanger û feylesofê Elman Frîedrich Nîtetzsche ne. Binêrin berî hinde salan wî çawa rewşa îroyîn a welatê di bin dagirkeriya pergala Tirk de zelal kiriye. Serdestên zalim ên Tirk carekî din li gorî daxwaza xwe, bi awayê ku xwestin û heta dawiyê jî bi rê ve birin, kaxedên hilbijartinê, mohr û sindokan danîn ber civaka ku hîna jî rêjeyeke gelekî mezin jê nexwende ne.

Ev civaka ku ti demê wate û girîngiya hilbijartinan tênegihiştiye û her dema ku leşkeran dest daniye ser pêvajoya qaşo demokrasiyê jî heta dawiyê ji wan re li çepikan xistiye carekî din tevli wê lîstika navê hilbijartinê lêkirî bû.

Gava rayedarên dewletê behsa demokrasî û hilbijatinê dikirin civakê yekser bi sond û peyman paye bi pîrozahiya hilbijartinê dida, lê gava digotin: Demokrasî, hilbijartin, mafên mirovan, azadiya ramanê û xwe rêvebirin ne li gorî me ye jî civaka sosret berê wan dest bi dirûşma dijberiya demokrasiyê dikir. Di cuntayên salên 1960î heta 80 yî de jî ew rewş her wisa bû.

Lê li gel her cure pêkenokî û sosretiya xwe jî dîsa şanoyeke demokrasiyê dihat lîstin. Cuntaya 12ê îlonê wê jê jî ji holê rakir. Tevahiya bingeha xebatên salên dirêj yên şoreşgerî û demokratiyê têkbirin. Li şûna çanda ciwanên şoreşhez rê li ber çanda gurên manco yên nijadperest û kundên qaşo îslamî vekirin. Li gorî wan têkdana bi milyonan şoreşgeran wê bibûya dermanê nexweşîna pergala mijokdar. Lê wisa nebû û pêknehat. Aliyê ku wan xwe spartibûnê jî ji damezirandina komarê ve li benda roja xwe bû.

Ji bo wê jî yek ji pêşengên tevgera îslamî ya siyasî ya li Antaolyayê Saîdê Nursî li ser pirsa xebat û tevgera xwe ya îdeolojîk û siyasî wiha dibêje:’Ez xebateke wisa dikim ku ne pêkan e di salên kin de encamê bide. Nexasim tevgereke wisa ava dikim ku xwe li ser sed salan belav bike û di dawiyê de jî misoger encamê bigire.’

Niha ev kesayeta ku wek marê reş bi ser hemû hebûn û nirxên Rojhelata Navîn de hatiye û bi ti rêbazê mixabin rê li ber nayê girtin jî yek ji wê xebata xwe spartiye sedsalan e. Mirov hindek jî bikole heta serdema Osmaniyan jî diçe. Ango ji nişkeve derneketine. Ji xwe eger mirov li rastiyê binêre damareke wisa kevneperest ya siyasî timûtim di wê xakê de hebû, heye û ji îro şûnde jî mixabin wê hebe.

Ev kes, tevger û alî ne kesên bawermend yên dilpaqij û yezdanperest in. Ji bo wan rêveberiya li ser esasên olî jî armanca dûr a nihaî ye. lê heta xwe bigihînin hêz û desthilatê dikarin bi gelek post û rûpoşên bindestiyê jî derkevine qadê û wîcdana mirovan binpê bikin.

Ev rojên em tê de derbas dibin, serpêhatiyên me û serkeftina wan ne bûyerên mathiştinê ne ji bo me. Divê em demek dirêj jî xwe ji bo jiyana bi wan re sazkar bikin. Di rastiyê de ji bo Kurdan jinavçûyîna wan dîktatorên li ser navê olê jî nayê wateya rizgariyeke rastîn. Gelo yên ku îro di nav siyaseta Tirk de cih digirin wê ji wan pir cudatir bin? Mixabin na. Niha gelek alî gazindeyan dikin, dibêjin; me çima û çawa nekarî dek û dolabên wan, hîle û xurdeyên wan asteng bikin? Ev jî ne di cih de ye, Lewre rê li ber girtina wan kiryaran ne hêsan e. Encax dewlet û saziyên wê dikarin dest di karên wan werdin, ew jî îro ne pêkan e. Dewlet di destê wan de ye. Ango dewletê bi mercê jinavbirina Kurdan destûrê daye wan.

Li gel hemû zext û zordariyan jî gelê Kurd û hevpeymanên wî bi derbaskirina bendê re bi ser ketin. Lê dîktator jî bi ser ket. Cara ewil muxalefetê jî taktîkek ceriband, lê ji ber ku ew jî li ser tinehesibandina gelê Kurd hatibû avakirin, bi ser neket. Nebû û nabe, ti plan, xefik û dolabên li ser tinekirina Kurdan heta niha bi ser neketiye û ji vir şûn de jî wê bi ser nekeve. Haveyna gelê Kurd a liberxwedanê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ev rastî îspat kirine. Îspat kirine ku xewn û xeyala Kurdan a azadiyê ji meclîs û hemû saziyên dewleta Tirk mezintir, dûrtir û bilindtir e.