Azîz OGUR 1'ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li Tirkiyeyê di bin mercên giran ên faşîzmê de hate pîrozkirin. Lewra 1’ê Gulanê ji cihên din ên cihanê cudatir mîna bêzarî, nerazîbûn û serîhildana li dij faşîzmê divê were dîtin. Bi hêviya ku 1'ê Gulanê, pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibe destpêka yekîtiya hêzên demokrasiyê ku dawiya faşîzma AKP-MHP'ê bînin. Tayyip Erdogan û AKP’ê ku mîna hêzeke teqiyevan hate avakirin ji roja roj ve, gav bi gav Tirkiye ber bi sîstemeke faşîzan ve birin. Jiholêrakirina hemû cudahî û dînamîkên muxalefetê ji bo sazkirina vê sîstema faşîzan grîng bû. Heta radeyekê jî ev kirin. Ji bilî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, hêzeke din a li dij wê karibe li ber xwe bide, nema. Piştî bêbandorkirin yan teslîmkirina muxalefeta li Tirkiyeyê, AKP hemû hêza xwe vê carê ji bo tesfiyekirina têkoşîna Kurdan bi kar anî. Ji ber ku kelema li pêşiya rêveçûna AKP-Edogan a avakirina dîktatoriyê, Kurd bûn. Li Tirkiyeyê beranberî êrişên bê sînor û hovîtiya bêhempa jî Kurdan her li ber xwe da. Dema ku AKP difikirî, ew gihişte encamê de tevgera Kurd bi pêngavên xwe hesabên wê xera kirin. Newrozên 2017 û 2018’an ên bûne serhildanên li dij faşîzmê mînakên vê yekê yên girîng bûn. Dîsa tevî xerakirina bajarên li herêmên Rêveberiya Xweser lê hatibûn îlan kirin jî derketina rêjeya bilind a dengên li dij AKP’ê girîng bû. Her wiha li hemû qadên Kurdistanê di bin erişên bi teknolojiya herî pêşketî de jî tevgera gerîlayan çalakî û pêngavên wan ji bo bicîhanîna projeyên Erdogan astengiyeke mezin bû. Ne tenê li nava Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Rojava berxwedana Kurdan, projeya Rêberê Gelê Kurd a mîna alternatîfa sîstemên heyî tê dîtin û weke Xeta Sêyemîn tê binavkirin jî lingê projeya AKP-Erdogan a mîna xelîfe-padîşah li herêmê bibe hêz şikand. Li Başûrê Kurdistanê tevî hevkariya AKP-PDK'ê jî hêza ku hesabên wan ên di ser DAIŞ'ê re xera kirin, dîsa tevgera azadiyê û hebûna gerîlayan a li Başûr bû. Erdogan di dema herî bihêz de ji ber berxwedana Kurdan nekarîbû sîstema dîktatorî ya dixwaze ava bike. Van her du salên dawî bi şirîkatiya MHP'ê re beyî ti pîvanan nas bike, derbasî pêvajoya faşîzmê bû. Mînaka kirinên li dij Kurdan di tu rêveberên faşîzan ên heta roja me de tune ne. Her wiha piştî darbeya plankirî OHAL mîna rêbazeke bicîhanîna planên xwe bi kar tînin. Tevî vê yekê jî roj bi roj hêzê wenda dikin, di qada navneteweyî de teşhîr û tecrîd dibin. Lewra biryara hilbijartinên pêşwext a di 24'ê Hezîranê dan. Ev ji bo wan derfeta dawî ya ji bo avakirina sîstema dîktatorî û dirêjkirina temen e. Bi her aliyê xwe 24'ê Hezîranê wê bibe hilbijartina dawî. Tevî OHAL, faşîzmê jî derfeta wergerandina vê hilbijartinê a dawîanîna AKP-MHP'ê û planên wan heye. Heger koalîsyona şer û mirinê ya AKP-MHP'ê di vê hilbijartinê de têk biçe, hesabên Erdogan ê fermîkirina faşîzma dimeşîne têk biçin, li Tirkiyeyê ji bo gelan pêvajoyeke nû wê dest pê dike. Dawiya AKP-MHP'ê û dîktatoriya Erdogan wê bibe destpêkeke nû ji bo gelan. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî bingehê aramî û aştiyê wê ava bibe. Herkes dizane ku bi piştgiriya komên çete, hevkariya DAIŞ, El Nusra û hwd. her wiha bi eriş û dagirkeriya xwe AKP xeter û astengiya herî mezin a li pêşiya aramî, aştî û çareseriyê ye. Li aliyê din heger AKP-MHP û Erdogan di vê hilbijartinan de bi ser bikevin û kevirê dawî yê sîstema faşîzan deynin, wê demê dîsa hilbijartinên 24'ê Hezîranê dibe yên dawî. Heta şoreşek li dij dîktatoriya ava bûyî pêk neyê û wê nerûxîne, wê hilbijartinên mîna dema Sedam li Iraqê yan dîktatoriyên din ên mîna Naziyan, Franko û hwd. pêk werin. Faşîzmeke tund heye. Ji bilî medyaya hevkar bi navê medyayê saziyek nehatiye hiştin. Dînamikeke biçûk a muxalif nehiştine. Di bin şert û mercên OHAL'ê de dewlet û saziyên dewletê di bin xizmeta faşîzma AKP-MHP'ê de ne. Dema mirov ji derve mêze dike, rewşeke wisa giran heye. Lê belê tevî vê yekê jî îradeya gelan, vîna azad teslîm nebûye. Her tişt jî ne li gor dilê AKP-MHP'ê diçe.  Bi hostayî û hevkariyeke hêzên demokratîk, aştîxwaz û li dij dîktatorî û faşîzmê serketineke di asta şoreşekê de di 24'ê Hezîranê de wê ne mucîze be. Her hebûna siyasî, her hêz û her kes divê huner û keda xwe bixe xizmeta destpêkirina pêvajoyeke nû da ku 24'ê Hezîranê bibe hilbijartinên dawî, yan bibe dawiya faşîzma AKP-MHP´ê û xeyalên Tayyip Erdogan ên avakirina sîstema dîktatorî. Şik û guman bila tine bin, şert û merc çi dibin bila bibin, hêza gelan têra vê yekê dike...