
Qenc xerab piştî pêvajoya destnîşankirina berendamên şaredarî û endamên meclisên bajar û navçeyan, niha Bakurê Kurdistan û Tirkiye derbasî qonaxa duyem a hilbijartinên herêmî bûye. Dema pêkanîna xebatên hilbijartinê êdî dest pê kirine. Xebatên hilbijartinan ku ew ê hem li kolan û hem jî di ser cureyên medyayê re were pêk anîn ê heta 30´ê meha Adarê dewam bikin.
Dema mirov ji derve ve li pêvajoya hilbijartinê dinihêre tiştekî ecêb û li derveyî edetê xuya nake. Xelk wê bi rêya dengdayînî şaredar û endamên meclisên bajarên xwe hilbijêre ku ew ê heta pênc salan herêma wan birêve bibin. Lê dema mirov van pirsan dike seyrî, neheqî û çavsorî yek bi yek diyar dibin. Gelo çend şaredarên ku Kurdan ew ji bo birêvebirina bajarên xwe hilbijartine îro li ser kar in? Ji wan kesan çend li derve ne û çend ji wan îro di zindanê de ne? Gelo aqûbeteke çawa li pêşiya endam û alîgirên HDPê ye?
Em dizanin ku rojane hêzên ewlekariyê yên dewletê di serî de bi avêtina ser malan, girtina endaman, astengkirina xebatên hilbijartinê dixwazin HDPê lawaz bikin û di asta serokê dewletê de jî gefxwarina lê dewam dike. Mirov dikare lîsteyên neheqî û çavsoriyên dewletê li hilbijêrên Kurd û demokratên hevkarên wan dirêj bike û hey bike. Dewleta ji AKP û MHP re demokrat, dema mesele dibe HDP, yekser ew boyaxa bi navê demokrasiyê ya li rûyê wê, reşqîrî jê dirije? Rûyekî hişk û xedar ewqasî jî sar û dijwar ji mirov re eyan-beyan derdikeve holê û xuya dike.
Tevî ku ev hilbijartineke cihî ye û ne biqasî ya parlementoyê ji bo birêvebirina Tirkiyeyê giring e jî, lê ji ber rewşa siyasî, aborî, têkiliyên derve û cîranan ji bo hikûmeta AKP û MHP îro bûye hilbijartineke pêbaweriyê. Jixwe, birêveberên dewletê vî aliyê vê hilbijartinê înkar nakin û tirsa xwe ya ji windakirina di serî de şaredariyên bajarên mêzin ên wek Stembol û Enqereyê eşkere dibêjin. Heger ev bajarên mezin ji dest AKPê derkevin, tifaqa AKP û MHP´ê wê biheje. Di rewşeke wisa de agir wê bavêje dawa Erdogan û ew ê li rêyên xwe ji MHP´ê rizgarkirinê bigere. Her wisa jî dê ruh bi kevne-AKP´ê yên tirsonek jî bê û bi îhtimaleke mezin ew û derdorên Partiya Seadetê xwe li dora Abdullah Gul bidin hev. Ew ê hewl bidin partiyeke wek AKP´a destpêkê ava bikin.
Îca tam li vir, ew polîtîka HDP´ê ya jihevxistina siyaseta Tirkî dikeve dewrê. Biqasî min ji vê siyaseta HDP´ê fêm kiriye ya destnîşannekirina berendamên şaredariyên bajar û bajarên mezin ên Tirkiyeyê (Riha û Dîlok ne di nav de) ew ê ku dixwaze AKP û MHP´ê lawaz bike û tovên bêtifaqiyê di siyaseta wan de biçîne. Navbera van her du hêzan xera bike ku Tirkiye û welatê me ber bi dîktatoriyê ve dibin, ji bo berdewama text û seltanata xwe amade ne her bela û felaketê bînin serê gelan.
AKP û hevkara xwe jî li hemberî vê stratejiya HDP´ê asta êrişên xwe bilind kirin û rojane êrişan dibin ser gel. Girtin, sirgûnkirin, gefên kuştinê yên li parlamenter, birêveber û alîgirên partiya HDP´ê êdî eşkere têne kirin. Mafiyayên xwe berdane kolanan û bi navê dewletê gefan li demokrasiyê dixwin. Dewlet heger ne dewleteke qebîle û malbatî be, ti carî destûra hêzên mafyayî li demokrasiyê nade.
Heger em li vir îca behsa rola dewletên pêşketî bikin, ên li hemberî hilbijartinan û partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, em ê bibînin ku dewletên xwedî demokrasiyeke bipêşketî, erka xwe tenê bi amadekirina şert û mercên destdêr a ji bo hilbijartineke bêalî û adil bisînor dikin. Her çiqas burokratên ku dewletê birêve dibin meyla wan ji bo serketin yan jî binketina partiyekê hebe jî, vê dilxwestina xwe ti carî heta bi wê dereceyê bi pêş ve nabin ku demokrasiya xwe di bin tohmet û gumaman de bihêlin. Heta ji wan tê ew kiras û gewde li hev tînin.
Lê em behsa dewleta Tirk û partiyên wê dikin. Ev hêzên ku ji gelê xwe re ne demokrat in, wê çawa ji me re demokrat bin? Ji bo hemû Kurdan ên li derveyî welêt û l i welêt dijîn, ji dewletê paşvestendina her şaredariyekê xwedî giringîyeke dîrokî ye. Tevî van hemû zextên, dijwariyên dewletê, kêmasî, kêmderfetî û şertên ne wek hev jî, roja 31´ê Adarê, ew roj e ku gelê Kurd wê bi dengên xwe wan qeyûman ên stûxwar û tewanbar ji ser şaredariyên xwe biqewitîne.