Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina rewşa siyasî û girîngiya hilbijartinên qonaxa duyem ên Federaliay Demokratîk a Bakurê Sûriyê yên ku wê di 1`ê Kanûnê de werin lidarxistin, civînek ji şêniyên navçeya Tirbespiyê re, li dar xist.

Civîna li ser hilbijartinên herêmî, li hola Siyahî ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hate lidarxistin. Hevserokê Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê berê Salih Muslim, Berpirsê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk ê TEV-DEM`ê, Abdulselam Ehmed û bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî civînê, bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Rêvebera TEV-DEM`ê ya navçeya Tirbespiyê, Hediya Şemo bixêrhatina beşdaran kir û armanca lidarxistina civînê ji şêniyan re diyar, kir.


Bi serxistina qonaxa duyem

Paşê Abdulselam Ehmed li ser girîngiya hilbijartinan wiha axivî: "Pêngava yekem a hilbijartinan serketî derbas bû. Gelê me bi îradeya xwe çû ser sendoqan û dengê xwe bi kar anî. Pêwîst e, pêngava duyemîn wekî pêngava yekemîn bi ser bikeve.”

Ehmed di axaftina xwe de behsa destketiyên siyasî, eskerî û civakî yên gelên Bakurê Sûriyê kir û bang li beşdaran kir ku dengê xwe bi kar bînin û ji bo xelk dengê xwe bide wan qaneh bikin.

Salih Muslim jî di civînê de rewşa dawî ya herêmê nirxand û wiha axivî: "Bi saya berxwedana şervan û şehîdên me, îro  em gihîştine vê astê û gel bi ewle dijî".

Di dawiya civînê de deriyê nîqaş û pirsan hate vekirin, û beşdar derbarê pêvajoya hilbijartinê de hatin agahdarkirin. 


ANHA / TIRBESPIYÊ