Doh piştê ku hikûmeta navendî bi îdîaya li dijî destûrê tevgeriyane, hikûmet û parlamenena beriya niha ya herêmî ya Katalanyayê betal kir, doh ji bo meclîsa nû ya herêmî hilbijartin hatin kirin.

Di ser betalkirina hikûmeta serxwebûnxwazan re hîna nû 2 meh derbas bûn û hilbijartin li Katalanyayê bi rê ve çûn. Xelk bi girseyî çûn ser sindoqan û dema nûçeya me dihat amadekirin, tevî ku nava hefteyê jî bû, heta nîvrojê ji sedî 35´ê 5.5 milyon hilbijêran dengê xwe bi kar anînbû. Li gorî anketan aliyên girêdana bi Spanyayê re û aliyên serxwebûnxwaz nêzî hev in. Çav li rê ye encamên fermî sibe bên eşkerekirin. 


BARCELONA