Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîkê, li 10 bajaran derbarê tayînkirina qeyûman de lêkolînek kir. Li gorî lêkolîna navendê, tercîha hilbijêran neguhriye û ji sedî 70’yê beşdaran li dijî xespkirina vînê radibin.
Navenda Lêkolînên Meydanî yên Sosyo Polîtîk, derbarê tayînkirina qeyûman de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan, Sêrt, Mûş, Îdir, Qers, Şirnex û Colemêrgê lêkolînek kir. Navendê lêkolîna xwe di navbera 26-29’ê Kanûna 2019’an de kiriye û di vê lêkolînê de rû bi rû hevdîtin bi 5 hezar û 100 kesî re kiriye. Ji beşdaran 69,9 ji sedî li dijî xespkirina vînê radibin.
Di lêkolînê de ji sedî 69’ê beşdarvana ji bo pirsa “Tu tayînkirina qeyûman dipejirinî?” got “na“, ji sedî 16’ê jî gotin “erê” û ji sedî 14.1 jê jî bêqerar ma.
Ji sedî 57.4’ê beşdaran ji bo pirsa “Piştî tayînkirina qeyûm, tercîha we ya siyasî guherî?” got “na“, ji sedî 31.80 jî got, “Min qerar daye ku hîn bêtir destekê bidim partiya xwe”, ji sedî 6.85 got, “Min qerar daye ez ê raya xwe nedim ti partiyê” û ji sedî 4.21 jê jî got “Min qerar daye ez ê partiya xwe biguherînim”.
Ji bo pirsa destekirina qeyûman jî ji sedî 67.9’ê beşdaran got, “em napejirînin”, ji sedî 18´î got “em dipejirînin” û ji sedî 14.1´ê jî got “Em bêqerar in.”
AMED