
Di Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de şervanên enternasyonalist ji li himberê çeteyên DAIŞ’ê di heman eniyê de tên gel hev. Şervanê YPG’ê yê Amerîkî Kayne Harle dibêje; ‘Ne ji bo tolhildanê ji bo azadkirina Reqa hatiye hatime şer.“
Kayne Harle di kevin de di artêşa Amerîka de leşkerek bû, 6 salan di artêşa Amerîka de û 4 sal ji di artêşa Fransa de leşkerî kiriye. Destpêkê di sala 2008’an hatiye Kurdistanê, hatiye herêma Şengalê û di demek kurt de civaka Kurd naskiriye û bûye şahidê êşê wan. Piştre vedigere welatê xwe, dema çeteyên DAIŞ êrîşê Kobanê dike û li himberê wan êrîşan berxwedana Kurdan li tevahiya cihanê deng vedide û dibe rojev. Harle vê demê pir di nêzîk de dişopîne, li himberê wan îşkence û kiryarên DAIŞ’ê li ser gelê herêmê pêktêne bêdeng namîne û ji berê 7 mehan tê Rojava û tevlî nava refên şervanên YPG dibe û navê Zagros digre. Zagros niha li Tebqa de li eniyên pêş dinava tîmên tenduristiyê de cih digre û destwerdana yekem jibo hevalê xwe yên birîndar pêktêne.
‘Mafê min yê dengdanê çêbûye’
Zagros da zanîn ku ‘Dinavbera leşker û şervanê azadiyê de ferqek mezin heye’ û diyarkir şervanê azadiyê xwediyê fikirekê ye lê leşkerek ne xwedî vê teybetmendiyê ye. Leşkerê pispor got: ‘Di jiyana min de yekem mafê min yê dengdanê çêbûye’.
Zagros di hatina xwe ya Kurdistanê de demek li Şengalê mabû û piştre vegeriya welatê xwe, Zagros got: “Min dît ku gelê herêmê ji destê çeteyên DAIŞ’ê pir îşkence dibîne, min ji hiskir ku divê ji bo dawî anîna van êşan divê ez werim.” Zagros diyar kir ku ‘ hilgirtina sembola YPG’ê rûmetek ji bo min’ her wiha li bîr xist ku ev biryara min di tekoşîna azadiyê de ji bo hilgirtina sembola YPG’ê erkek pir girane.
‘Ji bo êşên hatine jiyan kirin dawî bikim hatime vir’
Zagros sedema hatina xwe ya Rojava jî wiha rawe dike: “Ez ne ji bo tolhiladanê, tolhildan peyvek xirabe, ez ji bo azadkirina van mirovan hatime û ji bo tekoşîna YPG’ê dayî ez hatim tevlî wan bûm.”
SÎA ALÎ / ANHA / REQA