Çêkirina bendavan, di heman deme de çêbûna însan, hebûna însan, xwebûna însan, ango însanbûna însan bixwe ye. Di dîroka însanetiyê de cudabûna însan ji tiştên din ên xwezayî re, yekem car bi bendavan, bendavên ku bi destê însanan hatiye çêkirin re destpê kiriye. Gava ku rê ya herikîna avekî bi marîfeta însan, bi fikr û keda însan hate guherîn, ango herikîna xwezayî bi hunera însanê re bû herikîna derxwezayî, ango ‘însanî’, ew dem di heman demê de ewil mudexaleyeke mirovî ya xwezayê re bû. Ji ber vê yêkê, her tiştê ku ji însan zayî ye, ango însanî ye jî li wê dere dest bi meşê kiriye û meşiya ye. Bi kurt û kurmancî bendav, di tekiliya însan û xwezayê de yekem amûr a ‘însanî’ ye.

Ber vê, em dikarin bêjin “bendav”, nîşane ya însan, neynika însan e, ango cûdahiya însan û xweza, ango ‘derxwezayî’, taybet û bi taybetî raste rast însanî ye. Ne tenê herikîna avê li nav xwezayê re jî… Mefhûman ku em jê re dibêjin ‘însan’, ji her tiştan re wek bi ‘bendavî’ nêz bûye. Însan bi xwezayê re dest bi guherînên li gor xwe kir, lê li wir nesekinî, her tişt, em dikarin bêjin çi tiştên ku ji xwe re biyanî didît hemû ya wan, heta çend xwezahî ya xwe jî di nav de, guherand.  Guherandin jî bi bendavan re çêkir. Wek tê zanîn bendav, li ber herikîna xwezayî re dibêje ‘na’!.. ‘Neherike, an jî bi destûrê min, bi rênîşandaniya min re, bi desthilatdariya min re biherike, qasî ku ez destûr didim ewqasî biherike!.. Bila her tevgerên te bidîsiplîn be… Zagonên ew dîsiplînê jî ezê datînim, tu bi tu şiklî serê xwe neêşîne’...

Hasilîn, însan bi avê dest pê kir, lê li wê dere nesekinî, ew der merhaleya yekemin, cihê destpêkirinê bû, lê piştre, ji şert û mercên aboriyê bigirin heta qayde û rêzikên zayîn, malbatî, afirandin, fikirîn, tevgerîn, rabûn û rûniştin, heta axaftin û vegotinê re, her çi ku ji însan dizê û bi rêzikên berî wê însanê hatiye dayîn û hebûna ew însanê dorpêç kiriye, temamî wana saz kir însan. Ew sazkirin bixwe, di heman deman de avakirina desthilatdarî bixwe bû. Jixwe tê zanîn desthilatdarî; kî ku ew rêzikan datîne, hêzê kî ku kêr tê ew rêzikan dayîne û zagonan bide ber civakê, fermandariya wî/ê jî serdikeftîne.

Encam; Wek nakokî xuya bike jî; em dikarin bêjin peywira îroyî, ya rojane, her çi ku bi destê însanetiyê re, ji bo avakirina desthilatdariyê hatiye saz kirin û sazûmaniya xwezayê re dijmintî kiriye, xweza êşandiye, tevgerê xweza xeniqandiye, zayîna xweza daye sekinandin, dengê xweza biriye, rengê xweza pelişandiye û ji tevgerê xwezahiyê re neyartî kiriye, divê were sekinandin; ku mirovahî pêşbikeve.

‘Mirovahiyeke xwezayî’, mirovahiyeke bi xwezayê re dost û yar serbikeve, bêhn bigire, bijî, biafirîne, bi berhevîne, deng bide hev, êşqa xwezayî ji nû ve ji ber mirovahiyê re veke. Di qada jiyana rojane bigirin heta siyaset, malbatî, şer, aborî, tekiliyên yekane û civakî, di her qadî de...  

Li gor min vêcar pêywira mirovî ya îroyîn, ango peywira însanî ev yek e…