Hozan Sefkan ê bi hunera xwe mohra xwe li hunera şoreşgerî da, li Bonnê bi çalakiyekê hat bibîranîn.Çalakiya bîranînê ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hat organîzekirin û li Vereinhaus a li bajarê Elmanya Bonnê pêk hat. Hunermendan di çalakiyê de huner û têkoşîna şoreşgerî ya Hozan Sefkan vegot û stranên wî gotin. Her wiha sînevîzyona li ser jiyana Hozan Sefkan hat nîşandan.
‘Rêya me wê her tim ronî bike’
Hozan Seyîdxan di axaftina xwe de got, şehîd nirxên zindî yên civak û neteweyan e û destnîşan kir, ku gel ancax bi saya van nirxan dibin xwedî siberojeke bi rûmet.
Seyîdxan da xuyakirin, ku gelê Kurd bi taybetî di sedsalên 20 û 21’an de berdêlên gelekî giran dane û got, “Ev gel wê Mazlûman, Xeyriyan, Egîdan, Bêrîvanan, Zîlan û Çîçekan ti carî ji bîr neke. Vî gelî her wiha lehengên mîna Mehmet Tûnç jî ji bîr nake. Ji destpêkê heta roja îro şehîdan em hînî hunera berxwedanê, hînî hunera serhildanê kir. Li ser vê bingehê hemû beşên hunerê bi pêş ketine. Şehîd Sefkan em gihandin bi dehan nirxên me yên mîna M. Arîf, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Kawis Axa, Hesen Zîrek ên bi tinebûnê re rû bi rû bûn. Ew şoreşgerê mezin, pêşengê hunera Kurd a nû ye. Ew jî mîna Mizgîn Çiya, Xebat, Salihê Dêrikê, Delîla, Yekta, Elî Temel, Hogir û bi dehan hunermendên Kurd wê her tim rêya me ronî bike.”
Di çalakiya bîranînê de ji Koma Berxwedan Ozan Comert, Şemdîn, Cewad Merwanî, Serdar, Diyar, Kawa, Denîz Deman, Bêrîvan, Gulîstan û Koma Rojava stranên Ozan Sefkan gotin.
Kî ye?
Sala 1960’î li gundê Laleşoxa yê navçeya Dêrsimê Çemîşgezekê ji dayik bû. Sala 1978’an Enstîtuya Perwerdeya Amedê qezenç kir û li Amedê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Piştî ku demekê li Libnan û Filistînê ma, çû Dêrsimê. Di vê dema zehmet a darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê de şoreşgerî kir. Sala 1982’an, li Ewropayê tevî Şehîd Mizgîn rêxistinbûyîna destpêkê ya çanda Kurd Huner Kom û Koma Berxwedanê ava kir. Di havîna sala 1984’an vegeriya welêt. Di 16’ê Nîsana 1985’an de ji ber komployeke Partiya Komunîst a Iraqê, tevî 7 hevalên xwe şehîd bû.
AYFER TÛRHALLI/BONN