Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê, welatiyên ji tevahiya bajarên Kantona Cizîrê û şandeyek ji rêveberiya xweseriya demokratîk, bi armanca beşdarbûna merasîmên bîranîna Fermandar û Damezrênerê YPG’ê Xebat Dêrik, berê xwe dan goristanan Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê.

Welatiyê ku li goristanê kom bûn, qevdên gulan, al û semolên kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşer Xebat, hilgirtibûn. Welatiyan bê navber diruşmeyên şehîd namrin, berz dikirin.

Şandeya Rêveberiya xweser ji  Hevserokê Meclîsa zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, Serokê desteya kar û barê Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Saroxan, Seroka desteya maliyê Remziye Mihemed, Serokê desteya jinê Emîne Umer, Serokê desteya kar û barên civakî Dijwar Ehmed, Serokê desteya hundirîn Kenan Berekat, Endama dîwana meclîsa zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn pêk dihat. Her wiha nûnera TEV-DEM’ê Henîfe Hisên û gelek şervanên YPG/YPJ’ê û endamên hêzên Asayîşê jî, di merasîmê de amade bûn. Qada Merasîman a goristanê bi wêneyên têkoşeran hatin xemilandin.

Li goristanê tureneke leşkerî  ji aliyê şervanan ve hatin  lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed axivî. Newroz Ehmed di destpêka  axaftina xwe de, Fermandar Xebat Dêrik û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn.

Newroz Ehmed di berdewamiya axatina xwe de  behsa  jiyan û têkoşîna Fermandar Xebat Dêrik  ya di nava Hêzên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Gel de, kir.

Piştre Endma Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî. Henîfe Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Fermandar Xebat û got:  “Em soza şopandina riya fermandar Xebat nû dikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk û xurtkirina biratiya gelan di navbera hemû gelên Rojhilata Navîn de, bidomînin. Gelê kurd dê pêşengiya buhara gelan bike. Em  ê her dem li dijî zihniyeta kapîtalîst a ku hewl dide Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayîn bike, têbikoşin.”


Berxwedan silav kirin

Hisên di axaftina xwe de êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li dijî gelên Bakurê Kurdistanê jî şermezar kir û berxwedana xweseriyê silav kir.

Her wiha  Serokê desteya Parastinê Ebdilkerîm Saroxan jî axivî û got: “Hêza YPG’ê ku ji aliyê Feramndar Xebat Dêrik ve hat damezrandin, bû bingeha Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku hemû pêkhateyên herêmê digre nava xwe. Ev hêz jî îro ji bo tevahiya mirovahiyê şer dike.”

Di  dema bîranînê de, yek endamên saziya malbatên şehîdan ji Cizîra Botan jî bi riya telefonê beşdar bû û got: “Bi germahiya ber xwedana Cizîra Botan û tilîliyên dayikan, em berxwedana Fermandar Xebat Dêrik  û hemû şehîdên azadiyê yên Bakûr û  Rojava û Kurdistanê, bi bîr tînin. Em hêza xwe ji têkoşerên xwe yên ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin, digrin.”


‘Em şopdarê cangoriya ne’

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Xebat Dêrik jî, birayê wî Şivan Ehmed axivî. Ehmed di axaftina xwe de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û  spasiya hemû beşdaran kir. Ehmed di  axaftina xwe de soza şopandina riya têkoşer Xebat Dêrik û hemû têkoşerên azadiyê da.

Piştî axaftinan malbata Xebat Dêrik wêneyên wî li şervanên YPG/YPJ’ê belav kirin.

Di dawiya merasîmê de qevdên gulan danîn ser gora, têkoşer û Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik. 


 ANHA /DÊRIK