Heyetê li ser bûyerên dawî yên li herêmê diqewimin, bi taybetî jî rewşa Şengalê, penaberên Şengalê yên li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê belav bûne, bi endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Hakim Qadir Heme Can, Endamê Meclîsa Rêveberiya Meclîsê Melîse Cebar Ferhat û Endamê Desteya Têkiliyên Devre ya YNK’ê Mamoste Xalid Xidir re hevdîtin kir.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Hakim Qadir Heme Can di axaftina xwe ya li vir de kêfxweşiya xwe ji ber serdana Gedo û Omer anî ziman û got, “Em spasiya her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê dikin ku kanîne bi berxwedaniyek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bisekinin. Ev pêvajo gelek hesas û nazik e. Êrîşa li ser Kurdên Êzîdî, ku rê ber penaberbûyîna bi hezaran Êzîdiyan vekiriye, em xemgîn kirin û em dizanin ku niha pêwîstiya wan penaberan hem ên li Rojavayê Kurdistanê û hem jî yên li kampa Newroz a Dêrikê bi alîkariyek aktîf hey û ev pêwîstî jî ji herêma kurdistanê tê xwestin.”
Hakim Qadir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, “Pêwîstiya vê pêvajoyê bi yekîtiyeke netewî heye û pêwîstiyek mezin jî, ji bo alîkarîkirin û bihêzkirina van penaberan ku rû li herêmê kirine heye.” 

SILÊMANÎ