AXÎN TOLHILDAN / DÊRIK

Êzîdiyên li Kampa Newrozê ya Dêrikê, derheqa şehîd Mam Zekî Şengalî de peyivîn û û gotin, “Em ê dilsozê doza Mam Zekî bin û dev ji vê fikir û têkoşînê bernedin.”

Êzîdiyên li kampa Newrozê Mam Zekî Şengalî weke hîmê yekîtiya civaka Êzîdî bi nav kirin û gotin, “Ev êriş û komkujî di şexsê Mam Zekî de li dijî civaka Êzîdî hatiye kirin.”

Rêber Apo mîna navê xwe rêber e

Feysel Îbrahîm ku di dema fermanê de hate kampê û ev çar sal in li Kampa Newrozê ye, got, “Me bi sedan leheng nas kirin. Yek ji wan jî Mam Zekî bû. Civaka Êzîdî bi keda wan lehengan ji fermanê rizgar bû. Dema ku ferman rabû, wê wextê qaşo hin rêber hebûn, lê deng ji wan derneket. Lê belê Rêber Apo bi rastî jî mîna navê xwe rêber e. Tevî ku di nava çar dîwaran de ye û ji aliyê dijmin ve dîl hatiye girtin, telîmat da û got, ‘Civaka Êzîdî rizgar bikin’. Heger îro lehengekî weke Mam Zekî ku keda Rêber Apo li ser heye, bê şehîdxistin, bêdengmayin bê wijdanî ye.”

Li her malê şîn heye

Îbrahîm destnîşan kir ku Mam Zekî mezin, dost û ewladê civaka Êzîdî bû û got, “Niha li her mala Êzîdiyan şîn heye. Kesekî ji Şengalê nikare bibêje ku ‘Min Mam Zekî nas nekir’. Xwezî can û xwîn ji me biçûya, lê Mam Zekî neçûya.”

Hevkariya PDK û hikûmeta Iraqê

Ji şêniyên kampê, Mehmûd Cirdo Ebbas jî îşaret bi rola PDK´ê û hikûmeta Iraqê ya di komkujiyê de kir: “Mirov gelekî pê diêşin ku kesên weke Mam Zekî yên dîrokê diyar dikin, ji pişt ve tê xencerkirin.”

Xidir Mûsîbe Şêxxidirê ku cihê xwe di Meclîsa TEV-DEM’ê û rêveberiya PYD’ê de digire û bi Mam Zekî Şengalî re kar jî kiriye, wiha peyivî: “Dema ku li cihekî nakokî û lihevnekirin hebûya, wî li wê derê rê li ber çareseriyê vedikir. Em ê timî li ser şopa Mam Zekî, li ser rêya doza wî bin. Em ê tola vê yekê hilînin û çi zû çi jî dereng em ê hêzên ku ev kirine, bibînin.”

Em ê timî li ber xwe bidin

Ji Meclîsa Jinê ya li kampê Edûlê Şemo destnîşan kir ku Zekî Şengalî timî yekî ji gel bû û got, “Mam Zekî hîmekî bingehîn ê yekîtiya Êzîdxanê bû. Me ew timî weke bavekî didît. Gelek komkujî li welatê me kirin. Barzanî li Tilezer û Sibe, li Xanesor û Sinûnê komkujî kir. Em dîsa jî nemirin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Bi kuştinê, hûnê nikaribin vî gelî biqedînin. Hûnê ti carî nikaribin zimanê me tine bikin. Em ê timî li ber xwe bidin. Em êdî ji dijmin natirsin.”

 
 

Di dilê zarokên Êzîdî de ew ê her bijî

   

Li Şengalê pitika ku piştî şehadeta Mam Zekî Şengalî çêbû, navê Zekî Şengalî lê kirin.

Navê qehremanan û pêşengan li zarokên xwe kirin jî di civakan de weke çandeke û şêwazeke zindîhiştina bûyerên dîrokî û kesayetên dîrokî ye.

Malbateke Şengalî ku zarokeke wan ev du roj in ji dayik bûye, navê Mam Zekî Şengalî li zarokê xwe kir. Malbatê bi rakirina navê Mam Zekî peyama dewamkirin û zindîhiştina bibîranîna Şengalî dide her kesî.

 

ŞENGAL / ROJNEWS