Ji xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku bi KHK’ê hat girtin Mustafa Azizoglu, zimanê li enstîtuyê fêr bû û niha fêrî xwendekarên nû dike.

Mustafa Azizoglu (56) yê li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû piştî enstîtu hat girtin niha ew bi xwe dersan dide. Azizoglu, tiştên li enstîtuyê hîn bûye niha li Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM) fêrî xwendekarên nû dike. Azizoglu, anî ziman ku ew heftê 3 saetan dersan dide û ji bo dersan eleqeyeke zêde heye. 

Alternatîfên me wê her hebin 


Azizoglu 7 sal berê dest bi xebatên Kurdî dike û kêmaniyên xwe yên rêzimanî jî bi saya xwendina pirtûkên Mehmet Uzun temam kiriye. 



Azizoglu, anî ziman ku wî li enstituyê heta pola 3’yemîn xwendiye, lê belê berî ew derbasî pola 4’emîn bibe enstîtu hatiye girtin. Azizoglu wiha axivî: “Min dixwest mamostetiyê bikim û min ji hevalên xwe re got, heke bibe ez ê li malê dersên taybet bidim xwendekaran. Yanî ji ber enstîtu hat girtin, ew nayê wateya em ê dev ji hînbûna Kurdî berdin. Ji ber vê me li Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê dest bi dersên xwe kir. Niha 15 hevalên me beşdarî dersan dibin. A rast serbilind im. Di pêvajoyeke wisa zehmet de beşdarbûna hevalan a ji bo dersê hêviyê dide der.” Azizoglu yê ku got, “Her çi qas enstîtu hatibe girtin jî alternatîfên me hene” dest nîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku careke din Kurdî rastî bişavtinê bê û wiha peyivî: “Em ê li her derî dersên xwe bidin. Tenê bila gelê me daxwaz bike û beşdar bibe.” 


Ez ê dev jê bernedim


Bavê du zarokan Serhat Ok, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve bi Kurdî diaxive, lê ji ber nikaribûye bi Kurdî rojname û pirtûkan bixwîne tevlî dersên Kurdî bûye û diyar kir ku ew derbasî pola duyemîn bûye. Ok wiha axivî: “Me biryar da em ê xwe bi xwe pêş ve bibin. Tam wê demê me mamoste Mustafa nas kir. Me xwest dersê bide me. Wî jî got, heke hejmar baş be ew ê dersê bide. Niha derbasî pola duyemîn bûme. Ez ê dev jê bernedim. Sînoreke pêşxistinê tune ye.” Ok, diyar kir ku ji ber hevjîna wî li Îzmîrê mezin bûye bi kurdî nizane û ji ber vê jî zarokên wî jî pir hindik bi kurdî dizanin. Ok wiha got: “Dema ez hatim asta perwerdedayînî, ez ê hem fêrî zarokên xwe hem jî fêrî hevjîna xwe bikim.” 



Bi salan e hîn dibe


Yek ji xwendevanan Hakan Keskinturk e û ew 15 sal e li Stenbolê ye. Keskinturk ê aşpêjiyê dike, got ew bi sala ye hem karê xwe dike, hem diçe dibistan û hem jî hînî Kurdî dibe. Keskîturk wiha axivî: “Nêzî 6 salan e ji bo Kurdiya xwe pêş ve bixim lêkolînan, xwendinan dikim. Ev demeke jî li GKSM’ê dersan dibînim. Zaf baş derbas dibe. Hêvî dikin zêdetir bidome.” 



Her der dibistan e 


Keskinturk têkildarî girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de got: “Dibistan ne cihekî çar dîwarî ye. Her der dibistan e. Ji bo perwerdehiyê pêdivî bi cihewarekî tune ye. Ji bo me tu carî şert û merc baş nebûn. Em îro jî rastî pêvajoyeke zehmet hatine, lê dê ev pêvajo tu carî fêrkirin û fêrbûna vî zimanî asteng neke.” 


 STENBOL