Bi peymana Sykes Pîcot Kurdistan parçe kirin, lê statuya mêtîngehiyê (koloni) jî nedan, wek parçeyên çar welatan kirin pîneyê çogên dagirkeran. Erban ‘ekrad’ gotin bi rengê dîn bi erebî boyaxkirin, farisan wek eleke îranî bi farisan ve pîne kirin, tirkan şûr dan ber qirikê, xwestin bi tevahî rakin ji rûyên wê xakê.
Iraq û Surî ne dewlet, ne gel û netew bûn, di bin fermana îngîlîz û fransizan de bûn dewlet, di siya kemalîzmê de baasîzima iraqî û sûrîbûnê afirandin. Ev gav bi gav zerkên bîra mirovan kirin, kurd ji kurdan dizîn. Demografiya xakê guherîn, her gaveke wê xakê xwîn giriya, bîr û namûs tar û mar!.
Arkolojî por kirin, dîrok bi mija koloniyalîzmê hate tarîkirin, zanyarî belovajî, çand bi dizîn, bi navê xwe reşand ser kurdistaniyan, hişmendiyeke ji xwe revîn zerkê mejiyan kirin. Li çiyayan nivisîn „Kurdistan li vir meftune!“ Êdî kurd ne kurd, kurdistanî ne kurdistanî, her tişt ji xwe biyanî.
Wan; ew mêjiya feodalî yê ezbenî, tim xwe li ber qesrên padîşahên osmanî, farisan, li ber çogên şeyxên ereban bextewar û evdê xwedê hîs dikirin, zindî hîştin, da ku her dem bikarbînin. Heta di nava gel de ji bo wan digotin: “Law mîrekî (axayekî, şêxekî, efendiyekî, begekî) wisa ye ku heta padîşah (serokwezîr, serokkomar û) wî vedixwîne qesra xwe, walî û hakim ji ber wî radibin!“ Beşeke mezin yên di dibistanên wan de kurkê akademîkî li xwe kiribûn, tenê bûn diranê wê çerxa bişaftin û jixwerevênê. Beşek bi navê kurdiniyê derketin lê bûn teorisyenên wê mejiyê feodaliya ezbenî, êrişkarê xwebûnê.
Tenê beşeke xwendekar û ciwanên rewşenbîr ên şoreşger, zarokên belengaz, karker û gundiyan, yên hê ew nûveyên rengên kurdistanî di bîra xwe de hîs dikirin, bixwekuştinî berê tîrên xwe dan parçekirina vê çembera bêbext.
Partiyên bi navê Kurdistanê derketina ser dika polîtîkayê, li ser van bingehan pêkhatin. Partiyên li Başûr xwerû PDK li ser wê hîmê feodaliya, yên bakur li ser bingehê wan xwendayên, yan jî qaşo akademîkerên di xizmeta dagirkerî û feodalîzmê de reng girtin. Tenê xeta PKK li ser bingehê ciwanên rewşenbîr ên şoreşger pêkhat, lema jî kanî piraniya gelê Bakur, Rojava û gelên parçeyên din bikişînin nav perên xwe û bibe hêvî.
Piştî YNK jî ji PDK qetiya ev partî tenê li ser bingehê eşîr û wê feodalîzma ezbenî ma. Ev karektera wê di tikiliyên wê yên bi şahînşah û Ayetullahên Îran û dewleta tirk de bi zelalî derket. Piştî DYA li Saddam xist, wek defakto derfetên nîvserbixwe derket pêş. Di cihê ku ew vê derfeta destdayî biguhezinin serxwebûn û azadiya tevahiya Kurdistanê, berjewendiyê malbatî û eşiriya di partiyê de serdest bû, derxistin pêş. Berê ku bi tevahî ji Iraqe biqetin, li axa û padîşahekî din geriyan. Di warê aboriyê de bi tevahî bi Tirkiyê ve hat girêdan, leşkerên tirk li her derê da bicihkirin, li her bajarê ofîsên sixuriya tirk dan vekirin, li gel wê bi rêya dibistanên Fetullah perwerde jî da destê dewleta tirk. Petrol û deriyê bi derve ve jî, her çendî derfetên din hebûn jî, bi tevahî bi Tirkiyê ve girêdan. Rasterast berê ku ji Iraqê biqetin û serbixwe bibin, li gor karektera xwe ji xwe re padîşaheke din dîtin û di warê siyasî de bûn mêtîngeheke (koloniya) Tirkiyê.
Dewleta tirk jî bi çavên koloniya xwe li Başûrê Kurdistanê dinêre û serkariya wê ji bo xwe bikartîne. Mînak dema Rûsyayê îspatkir ku ew petrola Daîşê difiroşin, bi Nêçîrvan barzanî dan gotin ku vî erkî ew pêktînin. Di nakokiya Beşîkayê de jî gotin; em li ser daxwaziya serkariya Herêmê çûnin wir. Kengê pêdiviyê Serkariya tirk bi wan hebe, wek waliyekê koloniyê bin, bi fermanê dibin Enqre û Stenbolê. Di rastiyê de ji bo ku PDK polîtîkayên Tirkiyê li Başûr û Rojava bi rehetî bimeşîne, parlamentoya Başûr da girtin. Di vê êrişa ser Şengalê û Karaçoxê de jî, mîna ku bang waliyekî xwe bikin, taprap Nêçîrvan Barzanî birin Stenbolê. Paşmayiyên wen kom û komikê Bakûr jî tenê wek trolerên AKP ji bo porkirina van gunehan tên bikaranîn.
Em bi rastiyeke wiha li ser têkiliyên koloniyeke pir xirabê ku hê ji dewleteke dagirker neqatyayî, bûye koloniya dewleteke îslamo faşîst re, lê bi gotina serxwebûn û alakolîzmê rojevê di nava mij û moranê de dihêlin re rû bi rû ne. Divê ev rastiya serkariya Hewlêrê û trolerên Bakur ên di siya AKP û PDK de bi her awayî li ber çavan were raxistin û ew rûpoşa serxwebûn û alê ji destên wan were derxistin.