
Li bajarê Helebce doh Sêyemîn Festîvala Hinaran a Helebce bi beşdarbûna Wezîrê Ziraet û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Walî û Qeymeqamê Helebce û gelek nûnerên partiyan û hikûmetê li gel welatiyan hate lidarxistin.

Festîvalê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Serokê Ecumena Rêxistinên Helebceyê Ferhad Qadir axivî û got; “Me festîvala hinaran kiriye çandekî salane. Ji bo naskirina berhemên xwemalî yên Helebce. Her çend ku îsal krîza aborî heye jî, me dîsa hemû hewldanên xwe ji bo vê festîvalê kirin. Îsal jî me weke salên din ev festîval bi rê ve bir.”

Ferhad Qadir diyar kir ku divê demê de girîngî dana ziraetê gelekî girîng e û anî ziman ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî girîngiyê bide ziraetê.
Cotkarê ji Helebce Kerîm Hesen jî got; “Festîvalên wiha ji bo berhemên xwemalî girîng in. Lê nebûna bazareke timî ji bo berhemên me pirsgirêk e. Ji ber ku berhemên me hemûyan di yek demê de çêdibin. Ji ber vê yekê em neçar in bi bihayekî erzan bifiroşin. Yan jî neçar in bi bihayekî erzan bişînin ji derve.”
ROJNEWS/HELEBCE