Erdogan, tam mîna pêvajoya rejîma Seddam Hisên, bi tekane kirina sîstemê li ser bingeha înkar, tinekirin û perçiqandina tevahiya mixalefetê, li ser navê “ji bo civakê” dixwaze rejîma xwe ya diktatorî û faşîzane ava bike. Lê yên ku vê rejîmê qebûl nakin çi dikin? Ji bilî Kurdan û hêza li dora tevgera azadiyê, yên din weke ku li benda hêzeke îlahî bin da ku were ji vê rejêmî re bibêje, bisekine, tevdigerin. Yan jî di nava hesabên şaş û rojaneyî de ne.
Ji kî pirs bike, ka wê çi bibe, dibêjin, hindik maye. Ji çi re hindik maye? Gelo zilma bê sînor ya Erdogan yan jî guhartinên ku her kêlî li Tirkiyeyê biqewimin?" Û ne diyar e ber bi ku ve diçin, yan jî ji serberjêrbûna DAIŞ´ê li kelehên wan ên li Iraq û Sûriyê re hindik maye? Ji yekîtiya Kûrdan re ku her car bi astengiyên navxweyî û derveyî re rû bi rû dimîne? Yan gelo ji bidawîbûna kirîza aborî ya Başûrê Kurdistanê re, yan jî ji gûrbûna nîqaşa li ser statuya Şengalê re hindik maye?
Hevoka hindik maye girêdayî çi ye? Bêguman ev hemû girêdayî hev in û hem jî ji her demê jî zêdetir; Erdogan û rejîma wî di wan mijaran hemûyan de jî bandora wan a neerênî heye. Lê hevsengiya her yekî ji wan jî bandora xwe li ya din dike. AKP dixwaze bi gavên ber bi diktatorî û faşistbûna li hundir, xwe li ser deverên din xurt bike.
Serokê federasyona Elewiyên Tirkiye, Kemal Bulbul got, “pirsgirêka pêşengiyê heye” dibe ku ev ji tesbîtekê wê de, bangewaziya xwe komî serhevkirinê be, lê li aliyê din AKP bi tifaqa xwe ya bi MHP´ê re hemû pêşeng û rêvebirên partî, rêxistin û saziyên Kurd û mixalefetê xistin girtîgehan. Yên ku vê rastiyê nabînin jî hene. Yên hêza dînamîk a hundin a gelê Kurd û tevgera azadiyê nas bike û li gorî wê tev bigire, dizane ku di bi kar anîna hêza hişk û çor li ser gelê Kurd di qoxanên berê de jî ji pêvajoya AKP´ê zêdetir jî hebûye, lê niha ew hêz û hikûmet li sergoyê dîrokê ne. Yên ku hesabên şaş li ser hêza Kurdan li Bakurê Kûrdistanê dikin, wer xûya ye ku hîna jî tevgera azadiyê nas nakin.
Dema li parlemana Tirkiyeyê û di nava pevçûnan de tûra yekemîn ya guhartinên destûrî ji bo dikatorbûna Erdogan tên birêvebirin, eşkere li hember Kurdan, Ermenî û çand û rengên din yên civakê nerazîbûnên wan hene. Erdogan wer bawer dike ku bi kavilkirina bînayan û êrişa li dijî civakê, ew ê wan bêdeng bike, lê tabloya li kolan û cihên giştî rastiyeke din radixe ber çavan.
Gelê Amedê ku bi mehan di dorpêça serbazî ya çeteyên AKP´ê de bûn, guhartinên dawî cidî nagirin û dibêjin “destpêkê bila halê lîreya Tirkan bibînin di piyaseyê de”. Esnafên vê bajêr ku timî keleha berxwedanê bûye ji AKPê re dibêjin, "Dev ji vê destûra bingehîn berdin, bi halê lîreya xwe dakevin". Amediyan elaqeya xwe bi guhartinên destûrê nîşan nadin, ji ber ku dibêjin, "çareseriyê nayîne, parlamenterên me û rêvebirên me di girtigehên de".
Di encama berxwedanên Sûr, Cizîr û Nisêbînê de ya ku hat hilweşandin ne tenê bîna û saziyên gel bûn, di rastiyê de gav bi gav rejîm bi xwe li wir hildiweşe. Li holê li hemberî rejîma faşîst ya AKP´ê nerazîbûnên zelal hene; Kurd, Ermenî, bawermendên Elewî û gelek beşên din yên civakê di rewşa fûrînê de ne.
Dema Şehîd Çiyager, pêşengê berxwedana Sûrê ya Amedê got, “dawî bi heybet dibe” ev di rastiyê de ne tenê bikaranîna hevokeke ji bo çend kêliyên heyecana berxwendanê bû, lê hem ji bo niha û hem ji bo dema pêş ev hevok ji dîrokê re dimînê. Hevseroka KCK´ê Besê Hozat di bernameyeke Stêrk TV´yê got, "Kes hesabên şaş li ser bêdengiya civakê neke, ev bêdengî di hûndûrê xwe de dikele û pirr tiştan îfade dike". Belê civaka ku got, “Em xweseriyê dixwazin” sazî û bînayên wê bi erdê re kirin yek, rêvebir û pêşengên wê avêtin girtigehan, ev civak wê çawa teslîmî rejîmê bibe? Tirkiyeke ku gav bi gav li ser destê Erdogan veguherî Pakistanê, wê bi kêrî kê bê. Tu li kîjan quncika li Tirkiye binihêrî, çi aborî, çi ewlekarî, siyasî, qanûnî û di serî de di bin navê firehkirina têkêliyên navneteweyî de her di pêvajoya ji bo hêzeke navnetweyî de serî tewandin; mirov ne tenê pêşbînî lê digihêjê, yeqîn, bi rastî jî hindik maye, lê gelo ev hindik wê çi qas be? Wer xûya dike ku ev bihar wê ji bo Erdogan û AKP´ê dijwar be, nexasim berî refrandûma li ser guhartinên destûrî. Bapîr û dapîrên me rast gotine, “her tişt ji ziravî, tenê zilm ji stûrî diqete”.