Di pêngava rizgarkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG/YPJ’ê  piştî eniyên rojava û başûrê Kobanê li eniya rojhilat jî di milekê de gihîştin sînorên beriya êrîşên çeteyan ên 15’ê Îlona 2014’an. Lê ji ber ku eniya rojhilat nêzî 45 kîlometreyan fireh e, operasyon hîn didomin.


Gundê Gorik

Yek ji van noqteyên ku sînorê beriya 15’ê Îlonê bû, gundê Gorik ku nêzî 65 kîlometreyan dûrî Kobanê ye. Beriya êrîşên çeteyan li gund nêzî 120 mal hebûn. Gorik li ser gundên gundên Leqleqo, Mebûje, Mencûkê, Şeş û Metîn ên li çar aliyên xwe serweriyê pêk tîne. Lewre jî cihekî stratîk e.

Êrîşên çeteyan ên li ser eniya rojhilat û gundê Gorik di 20’ê Tîrmeha 2013’yan de pêk hatibûn. Lê şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dabûn van êrîşan û tevî Gorik li gundên Ebo Sirê, Bîrxat, Bîrnasir, Leqleqo, Kendal, Bîrkêtik, Efduko, Fêwentê û Tebê Kopirlik xetek parastina ya tîpa “L” çêkiribûn.

Gundê Gorik piştî êrîşa destpêkir, bû xetek pêş ji eniya şer û rojane rastî êrîşên top û hawanan dihat. Rewşa gund nêzî sal û nîvekê bi vî rengî dom kir.


Êrîşa 15’ê Îlon

Êrîşên herî dijwar ên çeteyan di 15’ê Îlonê de pêk hatin. Çeteyên DAIŞ’ê li milê rojhilat  êrîşî hemû çeperên YPG/YPJ’ê kirin, lê êrîşî gundê Gorik nekirin. Ji ber ku serweriya Gorik li ser gelek gundan heye, çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn destpêkê êrîşî gund bikin.

Piştî şerê dijwar ku rojekê li hemû noqteyên YPG/YPJ’ê berdewam kir, şervanan xwe paşve kişandin. Çeteyên DAIŞ’ê di 16`ê Îlonê bi hêzeke mezin û ji sê milan ve êrîşî gundê Gorik kirin. Şer nêzî 5 saetan dewam kir. Hêza çeteyan gelekî zêde bû, lê li hemberî wan tenê 10 şervanên YPG’ê hebûn. Piştî şerê 5 saetan şervanên YPG’ê xwe paşve kişand û gund ket destê çeteyan.


Piştî 244 rojan ji nû ve Gorik

Şervanên YPG/YPJ’ê di roja 244’an a operasyonan ango di 17’ê gulanê de li eniya rojhilatê Kobanê bi navê “Tolhildana Şehîd Baz, Şehîd Hogir û Şehîd Serxebûn” çalakiyek lidar xistin. Çalakî saet di 20.00’an de ji gundê Metîn ê li rojavayî gundê Gorik destpê kir. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku gundê Gorik winda nekin, li dora wê xendek kolabûn û tirimpêleke bombebarkirî amade kiribûn, lê ev rêbaz li hemberî hêrs û tolhiladana şervanên YPG/YPJ’ê nebû asteng û şervanan heta saet 24.00’an gundê Gorik û Şeş bi temamî rizgar kirin.Bi vî rengî şervanên YPG’ê di milekî eniya rojhilat de xwe gihandin sînorên beriya dargirkeriyê.


’Hindik maye bigihijîn sînorên berê’

Piştî ku şervanên YPG’ê gundê Gorik ê stratêjîk rizgar kirin, çeteyên DAIŞ’ê di şeva 22’yê Gulanê de careke din ji 3 aliyan ve û bi hêzeke mezin êrîşî gundê Gorik kirin, lê ev êrîş rast bersivên tund ji alî şervanan hat.

Yek ji fermandarên YPJ’ê yên li eniya rojhilatê Kobanê Buharîn Kendal destnîşan kir ku operesyonên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat li gundên Kurd û Ereban didomin û hindik maye ku xwe bigihînin sînorên beriya dagirkeriya çeteyan.

Buharîn Kendal anî ziman ku serkeftina herî mezin ew e ku şervanên YPG/YPJ’ê û Burkan El Firat niha gundên Ereban yên li eniya rojhilat ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin û wiha dom kir: “Ev operesyona hevbeş çawa ku gundên Kurdan rizgar kirin, wê gundên Ereban jî, ji çeteyan paqij bike. Ev operasyon wê bibê mînaka Suriyeyek Demokratîk.”

Buharîn got ku çete bi armanca rawestandina pêşketina YP/YPJ’ê û Burkan El Firat gundan mayîn dikin, tirimpêlen bombebarkirî bikar tînin, xendeqan çêdikin, lê nikarin tiştekî bikin û wiha dom kir: “Êrîşa çeteyan a li ser gundê Gorik nîşana vê bû. Çete êdî nikarin malekê jî bi dest bixin.”

Buharîn da zanîn ku li eniya rojhilatê Kobanê mesafeyek biçûk maye ku bigihîjin xeta xwe ya beriya êrîşên 15’ê Îlonê û ev agahî dan: “Dirêjahiya eniya rojhilat zêdetirî 45 km e. Li milê gundê Gorik em gihîştin xeta berê. Niha li milê gundê Ebo Sirê tenê 2 km, li milê gundê Koşkar derdorê 8 km, li milê sînorê Bakûr, li gundê Bexdikê û Kol Teb derdora 13 km mane ku em bigihîjin sînorên berê. Wê di demekê nêz de ev herêm werin rizgarkirin.”


KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ