Rayedarên hikûmeta Tirk her çiqas bibêjin, ‘pêvajoya aştî û çareseriyê nesekiniye’ jî, li meydanê ne aştiyek heye ne jî ji bona çareseriyê xebatek. Şûna atmosfera lihevhatinê ji her hêlan ve êrîşên dewletê jiyanê difetisînin.

Wexta mirov bi perspektîfeke fireh lê mêzeke; wê bi aşkereyî bibîne ku Kurd ji her hêlan ve bi êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKPê re rû bi rû ne...
Ji aşkerekirina ‘paketa demokrasiyê’ a AKP´ê heta niha di nava mehekê de dîsa êrîşên li dijî çalakî û protestoyên xelke û bi vê ve girêdayî hejmara kesên hatine binçavkirin û girtin ji yên her demê pirtir e. Ne tenê êrîşên rûtîn ên dewletê, niha êrîşên hîzbûlkontrayan ên ku di salên 1990’an bûbûn sedema kuştina bi sedan Kurdên welatparêz, dîsa dest pê kirin. Çend roj berê li Êlihê hîzbûlkontrayan, ên ku niha di bin partiyekî bi navê Hûda-Par tên organîzekirin, aktîvîstekî BDP´î kuştin. Wekî tê zanîn; hên hefteyek berê nûnêrên Hûda-Parê bi Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan re hevdîtinek pêk anî bûn. Wer tê xuyakirin; ku hikûmeta Tirk ji îro şûnde sewa tirsandina xelkê û belavkirina hêza rêxistinî ya Kurdan wê Hûda-Parê yan jî bi navê berê Hîzbûlkontrayê wê mîna tetîkkêş bikar bîne. AKP di heman demê de bi destê saziyên xwe yên qaşo sivîl ên ku maskeyê dînê xistine rûyê xwe re hewldanên terbîyekirina bi birçîhiştinê li tevahiya bajarên Kurdan pêş dixe.
Ev rêxistinên girêdayî AKPê him nirxên kurdewar ên ku Kurdan bi hevdu re girê dide bê mane dikin, him jî ciwanên Kurd bi navê cîhada dînê li Bakur li hember rêxistinên welatparêz û li Rojava jî li dijî birayên xwe didin şer kirin...
Çawa ku BDP sewa demokratîkkirina Tirkiyeyê li rojavayê Tirkiyeyê bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevkariyekê pêş dixe, AKP jî li Kurdistanê bi her hêzên dijînsanî û bi her metodên bêwijdanî hewldide ku statûkoya heyî zeximtir bike û pêşiya hêviyên Kurdan ên azadî û wekheviyê bigire.
Cimata Fethullah Gulen jî di nava heman hewldanan de ye. Wek tê zanîn mehek an meheknîv berê Gûlen di axavtineke xwe de bona xebatên BDP´ê bi aşkereyî digot, “bi derewan fesadiyê bixin nava wan û bi nirxên ku wan bi hevdu re girê didin re bilîzin.”
Dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê her wiha li derve sewa belavkirina yekîtiya di navbera partiyên siyasî yên Kurd, li Rojava bi destê komên girêdayî El-Qaîdeyê bêhêzkirin û nehiştina xwedîstatûbûna Kurdan, di heman demê de sewa ku Kurdên Rojava tevlî Konferansa Cenevreyê nebin parçekirina hevkariya wan û ji bo zeximkirina sînorên di nava Kurdan de rêsandina dîwaran; hewldan û êrîşên xwe bi her awayî û bê navber dimeşîne. Hikûmeta Tirk bandor, îtîbar û moralê ku ji ber polîtîkayên xwe yên şaş li qadê navneteweyî wenda kiriye, dixwaze bi perçiqandina hêza Kurdan a rêxistinî  bilind bike.
Li beramberê vê yekê, wexta mirov him li rewşa siyaseta Kurd a legal a li Tirkiyeyê him jî ya li diyasporayê mêzeke; gorî hewldanên hikûmeta Tirk, sistbûneke berbiçav tê xuyakirin. Kar û pratîkên ku tên kirin wekî ku bi serê xwe ne û hevdu temam nakin. Bona vê yekê jî ked û hêza ku tê rijandin bandoreke ku tê xwestin dernaêxe holê.
Helbet polîtîkaya dewleta Tirk ên bi armanca înkarkirin, tunekirin û bêstatûhiştina Kurdan tên meşandin, êdî bi ser nakevin. Lê ev tablo bi giştî ji bo Kurdan vê rastiyê radixe ber çavan; ku ev bi her awayî rewşeke hesas e û li hember vê yekê hişyariyeke mezin divê. Hişyarî jî tê maneya; li her qadê jiyanê rêxistinîbûn, li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan xebat û li hemberê êrîşan xwe parastin, li Rojava zeximkirina şoreşê, li Rojhilat li hemberê polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê têkoşîn û dîplomasî, li Başûr pêşxistina yekîtiya neteweyî û bona pêşketinên li tevahiya Kurdistanê dîplomasiyekî xurt ê bi koordîne...