Tuncel, diyar kir ku doza berê der heqê wê de hate vekirin e û biryar 5 salin dihate sekinandin û piştî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got, "Min bi dadê re hevdîtin kir û dê ya pêvîst bikin" bi lezgînî biryar hate dayîn. Tuncel bi tund bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Eb biryarekî siyasî ye. Dewlet hiqûqa dijminahiyê bi kartîne. Serokwezîr got wî ferman da dadê û dadê jî ya pêvîst kir. Li dijî hiqûqa xwe jî biryaran digirin."
Tuncel, da zanîn ku biryara nêzîkahiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd nîşan dide. Tuncel, bilêv kir ku biryar pêkanînek li hemberî Kurdan e û wiha axivî: "Ji xwe zêdehî 8 hezar hevalên me di girtîgehê de ne. Ji kesên derve jî zextên wisa pêk tînin. Li gorî me dê têkoşîn bidome. Li gel biryara skandal ji wekîlekî re biryara derketina derveyî welatî pêk anîn. Ev biryarekî wisa rezîl e." 

ENQERE