Di Festîvala Navnetweyî ya Berlînê (Berlinale) ya 70´yî de xelata herî mezin, yanî Hirça Zêrîn ji bo filma herî baş, ji bo filma wî Şeytan Vucûd Nedared (Bedena Şeytên Nîne), dan derhênerê Îranî Mohammad Rasoulof. Ji ber ku cezayê wî li Îranê vebirrî ye, ji Îlona 2019´an ve li Rasoullof qedexekiriye ji Îranê derkeve. Ji ber vê keça wî Baran Rasoullof xelat li ser navê bavê xwe girt. Baran di filma bavê xwe de jî rol kiribû û ew jixwe li Elmanyayê dimîne.
Ji ber filmên xwe hat cezakirin
Sala 2017´an filma wî Lerd li Cannesê Xelata Awirejî Diyar wergirt û gava ku vegeriya Îranê, ev derhênerê nifşê nû yê serketî bi desteserkirina pasaportê û qedexeya çêkirina filman hat cezakirin. Rejîma Îranê sala 2019´an ji ber filmên wî “Bi hêviya hevdîtinê” û “Metn naşewitin” salekê cezayê hepsê û du salan cezayê derketina derveyî Îranê lê hat birrîn.
Ji komîteya bijartina filman ji Berlinale re wî gotibû, dadgeha bilind cezayê wî beriya çêkirina filma Şeytan Vucûd Nedared hatiye piştrastkirin, û tevî tehlûkeya ku dikarin wî bixin hepsê wî kariye filmê temam bike.
Tevî qedexeya çêkirina filmê
Ji bo ku xwe ji qedexeya çêkirina filmê xilas bike, weke ku 4 kurtefilman bikişîne, destûr li ser navê 4 derhênerên alîkar wergirtiye. Ji van çar beşan tenê dîmenên yekî li Tehranê hatine girtin. Ji bo vê beşê ew ji dûr ve û ne yekser mudaxil bûye, ji bo her sê beşên din ên li gundewaran, ew yekser derhênerê li cihê cih bûye.
Xelatên Hirça Zîvîn
Di Berlinale ya îsal de xelatên Hirça Zîvîn jî dan filma Aliza Hittman a bi navê “Never, Rarely Somtimes, Always“, û filma du derhêneran Benoît Delépine û Gustave Kervern a bi navê Effacer l’historique (Dîrokê jê bibe).
Aktrîsa herî baş bû Paula Beer ( bi filma Undine), aktorê herî baş jî Elio Germano (bi filma Hidden away), ji bo senaryoya herî baş ya filma Bad Tales hat hilbijartin ku derhêneriya wî birayên Dinnocenzo kir.
BERLİN