Hunermend Hisên Elî li Hola Doktor Mistefa Zelmî, bi tevlîbûna gelek welatiyan li helebceyê hat bibîranîn.
Koma Zeryab a di bîranînê de derket ser dikê, stranên hunermend Hisên Elî gotin.
Hunermend Hisên Elî sala 1925’an li gundê Heftexar ê girêdayî navçeya Daqûq a ser bi Kerkûkê ji dayik bû. Ew sala 1946’an diçe Bexdayê û li wir dest bi gotina stranan dike.
Hunermend Hisên Elî xwedî 46 stran û meqaman e.
ROJNEWS/HELEBCE