Luey Hisên ku navenda wan li paytexta Sûriyê Şamê ye û ev niha li Rojavayê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA´yê re peyivî. Luey Hisên armanca serdana Kantona Cizîrê bi meraqa zêde ya ji şopandina pirojeya Rêveberiya Xwesriya Demokratîk rave kir û got, "ji bo ku em serkeftina vê rêveberiyê û çespandina wê li Rojava bizanibin. Her wiha ji bo ku em kêmasiyên wê bizanin, ji bo kêmkirina van kêmasiyan bixebitin û vê pirojeyê li tevahî herêmên Sûriyê belav bikin me ev serdan kir."
Hisên îşaret bi wê yekê kir ku wan ev tecrûbe kêm şopandiye, bi wê baş nizanin û tişta bihîstine jî di ser rêya dezgehên çapemeniyê bû û weha dirêjî da gotinên xwe:
"Xem nake ev tecrûbe yekemîn be, lê belê girîng e ku ev tecrûbe serkeftî be. Ango tecrûbeyeke mafê hemû welatiyan biparêze û hemû tê de wekhev bijîn."
Herçî çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo Luey Hisên nû ye û li gorî wî "êşa Kurdî li Sûriyê kevnar û kûr e. Pêwîst e bi riyeke rast were çareserkirin."
Luey Hisên bi bîr xist ku YPG û YPJ´ê Rojava bi awayekî serketî li dijî DAÎŞ´ê û hovîtiya wan parastine û got, ji bo rizgarkirina deverên din ên Sûriyê yên di bin destê DAÎŞ´ê de pêdivî bi hêzên niştimanî heye.
ANHA/QAMIŞLO