Dîlê azadiyê Nevzat Çapkin ku li Girtîgeha Rihayê dimîne, bi nivîsekê bal kişand ser pirtûka Laleş Çelîker û aşkera kir ku pirtûkek ew qas dikare xanî bi xweşî bîne ziman û wek xebateke serkeftî pênase kir.

Her nifşek li ser heman rastiyê dîroka xwe ji nû ve dinivîse û dixwaze şîrove bike. Ev ji ber rastiya dîrok û civakîbûnê ye. Pirtûka Laleş Çelîker a ji Weşanên Aramê derketiye jî di aliyê dîrokî de bi mirovên roja me ya îroyîn re jiyan dîtiye û berhemeke gelekî girîng e. Taybetmendiya berhemê piştî ji hêla xwendevan ve tê xwendin, afirîneriya civakê ya bi rastiya kokê ve girêdayî, bi carekê re ji nû ve dîsa diafirîne. Mîrateyên dîrokî ne wekî pêvajoyeke mekanîk, berovajî wê divê wekî îcrayeke ku pêwîstî pê heyî, bê dîtin. Di nava pêvajoyên avakirinê de wekî kulliyatên dîrokî divê ji nû ve bên şîrovekirin. Ji hev fêmkirin û bandor li hev kirin norm û hêzê di nava xwe de dihewînin.

Vegotina Xanî

Pirtûka Laleş bi qasî ku hişmendiya me ya dîrokî hişyar dike, ew qas jî bingeha mirovên roja me ya îro jî datîne. Bi vê taybetmendiya xwe, xercê duh bi alavên îro re dike yek. Berhema nivîskar ji du beşan pêk tê û pirtûkeke lêkolînê ye. Di beşa yekemîn de, Laleş hevokên Ehmedê Xanî bi analîzeke nû dinirxîne. Ji bo tunekirina pirsgirêkên civakî, pêwîstî bi analîzê heye û divê bê şopandin. Ji bo pirsgirêkên civaka kurd bên belawelakirin, dîsa bi taybetmendiyeke hevokên Xanî hişmendiyeke civakî hatiye vegotin. Analîza nivîskar a xwe dispêre tespîtên sosyolojîk ên Xanî, girêdana bi azadiyê ya di rastiya civakê de, ji bo bi karakter re li hev bikin, bi awayekî rasteqîn pêk hatiye. Şîfreyên kurt û helbestî yên Xanî, bi şîroveyeke bihêz û berfireh hatiye têrkirin. Nivîskar ev ji hev derxistiye û vegotiye.

Nivîskar Xanî tenê di zanyariyeke civakî de nedaye naskirin. Wî wek xala bingehîn a çanda kurdî û hişmendiya dîrokî dîtiye, ji pir aliyan ve û bi giştî wekî zanyarekî vegotiye. Jixwe ji bo vegotinên Xanî jî pêwîstî bi vê heye. Laleş, rewşa konjekturel a serdema Xanî, têkiliyên serdestan ên li ser erdnîgariya Kurdistanê û fikarên wan, karakterên çîna serdest a kurd, taybetmendiyên wan ên rêveberiyê di çarçoveyeke berfireh de vekiriye. Têkiliyên çawayî û dawî, avantaj û dezavantajên wan û bingeha xwe ji çi girtiye, bi hişmendiyeke pisporî ji bo roja me ya îro, hişmendiyekê dide avakirin. Di beşa duyemîn de jî nivîskar li ser aliyên Xanî yên ku nayên zanîn, wekî di berhema Mem û Zînê de hatiye gotin, dîsa bi heman vegotinê derdixe holê. Bi hişmendiyeke hemdemî û şîroveyeke bihêz, bi hûrgiliyeke akademîk, bi rêbazeke hostayî bi zimanê dayika Xanî ya ku bîranîneke wî bû, rewşê vedibêje. Dema qala Xanî dike, wekî ku qala ruhê civakî yê li her qadê tîne ziman, kelama heqîqetê bi zimanê Xanî tîne ziman. Di vî alî de pirtûka nivîskar berhemeke dîrokî ye. Beşeke dîroka Kurdistanê vedibêje. Vegotin jî xwe dispêre esasên analîza civakî. Bi esasê karakterê rêvebirina civakê jî di nav de, bi nêrîna hişmendiya dîroka gerdûnê vegotin, dibe zimanê rastiyê û vê taybetmendiyê pê dide qezenckirin.

Hêjayî Xanî ye

Nivîskar rêveberiya mîran a wê serdemê ku di rêzikên Xanî de derketine pêş, desthilatdariya nû dişibîne agir, hem aliyê agir ê ku dişewitîne, hem jî aliyê wê yê jiyanê bi vegotineke mîtolojîk rewa dike, bi vegotinên fîlozofîk û hedîseyan balê dikişîne ser desthilatdariyên adil û zalimane, taybetmendiyên desthilatdariyan bi berfirehî destnîşan dike. Di pirtûkê de ew hesretên Xanî yên ku di dilê wî de mane, îro di her warî de di têkoşîna azadiyê de beden girtiye, ya herê girîng jî paradîgmaya azadiyê di hemû qadan de wekî nûjenkirina Xanî girtiye dest û bi hev re daye girêdan. Li ser Ehmedê Xanî gelek nivîs hatine nivîsin. Her gotin û nivîs wateyeke wan heye. Lê ez dikarim bibêjim ku ev berhema Laleş yek ji wan berheman e ku Xanî pir baş û qasî ku heq kiriye bi hişmendiya roja me ya îro aniye ziman. 

* Ji Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê ev nivîs ji rojnameya ROJEVAMEDYA re hatiye şiyandin


NEVZAT ÇAPKIN / ZINDANA RIHA