Fermandarê Navenda Parastina Murat Karayilan, bi wesîleya Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê axivî û diyar kir ku wan 15’ê Tebaxa par bi pêngava gerîla û ya îsal jî bi pêvajoya çareseriya demokratîk pêşwazî dikin. Karayilan destnîşan kir ku di asta heyî de valaderxistina pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelekî bi rîsk e. Karayilan di destpêka axaftina xwe de 29’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên wan, milîtan, şervan û hemû xebatkarên tevgerê pîroz kir. Karayilan di kesayetiya fermandarê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) Mahsum Korkmaz (Egîd) de hemû têkoşerên di riya azadiyê de şehîd ketine bibîr anî.


Guleya Yekemîn  

Karayilan bibîr xist ku zext, îşkence, pişaftin, koçberkirin û polîtîkayên tunekirinê yên bi planên islahat û tevgerên tebdîl û tenkîlê li Kurdistanê hatin meşandin, bi Cunta Faşîst-Leşkerî ya 12’ê Îlonê re gihîşt asta herî bilind. Karayilan da xuyakirin hewl hat dayîn gelê Kurd bi çand, ziman û bi her tiştê xwe ji holê were rakirin, li Zindana Amedê jî bi vê armancê hovîtiyeke mezin hat meşandin. Karayilan destnîşan kir ku yên ji xwe re dibêjin ‘ez mirovim’ nekarî li hemberî vê rewş û hovîtiyê bêdeng bimaya, lewma divê beriya her tiştî aliyê însanî û wijdanî yên 15’ê Tebaxê bê dîtin.
Karayilan diyar kir ku ev yek fîşeka li dijî koledariya gelê Kurd, raperîneke hemdem li hemberî mêtingeriyê, gaveke xwedîderketina li mirovahiyê ye. Karayilan anî ziman ku ger Pêngava 15’ê Tebaxê bi tenê wekî destpêka têkoşîna çekdarî were dîtin û aliyên wê yên îdeolojîk, sîyasî, çandî û civakî neyên dîtin, dê cewhera 15’ê Tebaxê neyê fêmkirin.


15’ê Tebaxê û têkoşîn  
Der barê pêşwazîkirina 15’ê Tebaxê de jî Karayilan axivî û bibîr xist ku ew par bi Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî 15’ê Tebaxê pêşwazîkirine û wiha got: “Bi encamên ji wê pêngavê hatin wergirtin, 15’ê Tebaxê îsal bi pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk em pêşwazî dikin.”  Karayilan ragihand ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîladek e û ji bo Kurdan destpêkirina pêvajoyeke nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “15’ê Tebaxê, şoreşa ramanî, şoreşa civakî afirandiye, hemû kêmasiyên civakî veguherandiye hêzekê, di serî de Tevgera Azadiyê ya Jinê, gelek dîmanîkên cuda derxistiye holê. Vê yekê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinan vekiriye û Kurdistan bi vî rengî li herêmê bûye navenda têkoşîna biratî, demokrasî û azadiyê. Hemû paşverûtiya Kurdan ji holê rakiriye û bingeha netewî-demokratîk a îro afirandiye. Ruhê yekitiya netewî derxistiye holê. Bingeha xebatên Kongreya Netewî û Şoreşa Rojava afirandiye.”

Nêzîkatiyek bi pirsgirêk  

Der barê rêveçûna pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk de jî Karayilan axivî û diyar kir ku pêvajo hatiye radeyeke krîtîk. Karayilan da xuyakirin ku wan heta niha hemû berpirsyariyên xwe bicih anîne, lê ji aliyê dewletê ve ji bilî sekinandina operasyonên tunekirin, tiştek nehatiye kirin. Karayilan diyar kir ku ji ber hikûmet berpirsyariyên xwe bicih nîne, pêvajo ketiye rewşeke krîtîk û wiha pêde çû: “Em pêvajoyê di rewşeke ne diyar de nahêlin. Ev pirsgirêka sed salan a Tirkiyeyê. Wekî aliyekî vê pêvajoyê em barê dikeve ser milê xwe hildigirin, divê aliyê din jî berpirsyariyên xwe bicih bîne. Çarçove ev e. Ewçend zelal û diyar e.”
Karayilan bal kişand ser hin daxuyaniyên rayedarên dewletê ku dibêjin li pişt deriyên girtî pakêtê amade dikin û wiha bilêv kir: “Ev wiha nabe. Ev pirsgirêk pirsgirêkek giran e. Divê me qanih bikin. Divê me qanih bikin ku ew samîmî ne û bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo hînê di binê tecrîdê de ye, hînê destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn, şert û mercên wî nehatine sererastkirin, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Li wê derê Serokê gelekî heye. Divê dewlet beriya her tiştî samîmî be û di çarçoveya baweriyê de tevbigere. Nêzîkatiya heyî ya AKP’ê xwedî pirsgirêk e. Pêvajoyê bi awayekî cidî dixe xetereyê. Ger em ê li hev bikin, divê em ji hev karibin bawer bikin.”

Hemû mafan nas bikin  

Karayilan diyar kir ku ew hêvîdar in di rojên pêş de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser projeyeke çareseriyê danûstandin bi pêş bikeve û li ser bingeha perspektîfa çareseriyê ya ji aliyê herdu aliyan ve bê qebûlkirin, gavên pêwîst ên qonaxa duyemîn bên avêtin. Karayilan da xuyakirin ku bi vî rengî dê pêvajo rêve biçe û qonaxa sêyemîn a normalbûyînê destpê bike.
Karayilan diyar kir ku ew taktîkên sergerandinê qebûl nakin û ev tişt got: “Divê rayedar vê baş zanibin; em ne tevgereke were xapandin in. Rêber Apo jî ne ew Rêber e ku serî lê were gerandin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi Tirkiyeyê re çareser bikin. Lê ji bo vê jî diwazin, gelê Kurd, nasname û zimanê wê were naskirin, statu, rêveberî û vîna wê naskirin. Ger bi vî rengî bibe, dê Tirkiye bi hêz bibe. Ev yek dikare têgihîştina yekitiya ji dil û mayînde biafirîne.”
Karayilan diyar kir ku ger ev nebe, deriyên pêvajoyeke xetere dikarin vebin û di rewşeke bi vî rengî de gelê Kurd wê bikeve nava lêgerînên alternatîfên cuda û wiha got: “Herêma Rojhilata Navîn dikele. Rojavayê Kurdistanê dikele. Ger ji Kurdan tercîhek tê xwestin, Rêber Apo tercîha xwe nîşan da. Hûn jî tercîha xwe nîşan bidin. Ger wê di navbera Kurd û Tirkan de li hev kirinek çê bibe, hevkariyeke gelên Kurd û Tirk tê xwestin, hingî divê li ser navê dewletê hikûmet vîna xwe nîşan bide. Ger vê nîşan nede, Kurd wê li ser alternatîfên cuda rawestin.”

Xitimandina pêvajoyê

Karayilan bal kişand ser girîngiya qonaxa heyî û destnîşan nîşan kir ku ev dem û pêvajo çareseriyê ferz dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê êdî zelal bibe. Em ketine pêvajoyeke bi vî rengî. Ger di vê pêvajoyê de her kes berpirsyariyên xwe bicih bînin, bêguman dê pêvajo rêve biçe û çareserî pêk were. Lê ger berpirsyarî bicih neyên anîn, dê pêvajo bixitime û pêvajoyeke nû bikeve rojevê. Ji encameke bi vî rengî jî ne em, hikûmeta AKP’ê dê berpirsyar be. Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan dibêje, ‘em ê nebin aliyê ku pêvajoyê xera dike’ lê ger her tiştî li gorî xwe binirxîne û pêvajoyê li demê belav bike, pêvajo dê bixetime. Ger hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi wêrekî nêzî vê dema girîng a dîrokê bibe, gavan biavêje, bi diyalogek li gel Rêberê me re li se bingeha projeyekê, derfetên çareseriyeke mayînde biafirîne. Bendewariya gelê me ev e. Ger ev nebe, pêvajoyê bixetime, berpirsyar jî wê ne em bin. Ji ber ku me berpirsyariyên xwe bicih anîn. Yên ku berpirsyariyên xwe bicih nînin, ew berpirsyarên xitimandina pêvajoyê ne.”

‘HPG temînata pêvajoyê ye’

Di Pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk de Karayilan bal kişand ser pozîsyona Hêzên Parastina Gel (HPG) û diyar kir ku perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya hêzên HPG’ê esas û derbasdar e û wiha got: “HPG li gorî biryarên Rêbertî û rêveberiya KCK’ê tevdigere, pozîsyona xwe diyar dike. HPG wê di vê pêvajoyê de hîn bêtir hewl bide xeta Rêbertiyê kûrtir bike û bibe sekneke polîtîk. Ji bo pêvajo ber bi qadeke çareseriya demokratîk bimeşe, ew ê barê dikeve ser milê xwe hilgire. Lê HPG wê bi awayî rê nede nêzîkatiyên wê qels bike. HPG xwedî ezmûneke mezin e. Bakur, Başûr hemû çem, kanî, newal, deşt û zozanan nas dike. HPG dê wekî temînata pêvajoyê di dewrê de be. Ev tê wê wateyê; Ji bo çareseriyê wê li ser bingeha perspektîfên Rêbertiyê hemû berpirsyariyên xwe bicih bîne. Lê ger pêvajo bixetime, hingî çi pêwîst bike, wê bike. Ez vê yekê bi awayekî zelal û diyar aşkera dikim. HPG dê nebe aliyê pêvajoyê xera dike, lê li hemberî ew hêzên hewl bidin pêvajoyê xera bikin û bi Rêberê me re bileyzin, dê bi awayekî herî serketî xwedî li wezîfeyên xwe derkeve.”

ANF/BEHDÎNAN