
Zanyar û nivîskarên Emerîkî Michael Rubin di nivîsa xwe ya Newsweek a vê hefteyê de bal kişande ser xebatên îstîxbarî yên Tirkiyeyê û rayedarên Emerîkî hişyar kirin ku li ser axa DYA’yê îstîxbarata Tirk dikare sûîkastan li dij muxalifan pêk bîne.
Li gorî zanyarê American Eterprise Institute Michael Rubin, xebatên sîxûriyê yên Tirkiyeyê li Emerîkayê dikarin ber bi qetilkirina muxalifan li ser erdên Emerîkayê ve biçe. Rubin ê ku berê li pentagonê jî xebitîbûn, di nivîsa xwe ya di kovara Newsweek a vê hefteyê de serê pêşî qetilkirina sê siyasetvanên jin ên li Parîsê sala 2013’an bi bîr xist û got, rayedarên Fransî dibêjin ev operasyoneke rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk bû. Bi heman rengî Rubin îşaret bi nûçeyeke televizyonên alman NDR û WDR’ê dike ku digotin, sîxûrekî Tirk amadekarî dikirin ji bo qetilkirina du siyasetvanên Kurd û meqamên Alman li dijî wî lêpirsîn dane destpêkirin.
Piştî vê yekê Rubin berê xwe dide Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku komeleya bi navê Turkish Heritage Organisation (Rêxistina Mîrateyê ya Tirk - THO) der barê karsazên Kurd û Tirk ên li DYE’yê de agahiyan berhev dike û van agahiyan ji Tirkiyeyê re dişîne. Li vir mesele li gorî Rubin ne ew e ku ev komele bi rengekî ne qeydkirî agahiyan berhev dike û qanûna xebatên îstîxbaratên biyanî binpê dike; mesele ew e ku Sedam Hiseyn heta bi Putin vê dikin, û ev dikirin: Putin jî li Ewrûpayê mixalif dan kuştin û li DYE’yê agahî derbarê welatiyên xwe de berhev kirin. Tirsa Rubin a sereke jî ew e ku muhtemel e operasyonên îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) li DYE’yê li dijî muxalifan bi rê ve biçin. Ji ber vê jî Rubin rayedarên DYE’yê wiha hişyar dike: “Erdogan niha di ava DYE’yê de qamê dide. Heger Wezareta Dadê bi tevahiya hêza qanûnê amade nebe bersivê bide û pêşhukma endambûna Tirkiyeyê ya NAT’yê jî li ber çavan negire, operasyonên Tirkiyeyê li Emerîkayê wê gelekî xirabtir û muhtemelen bêhtir bi şidet bin.”
WASHÎNGTON