Tevgera Goran şirîkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye lê belê gelek wezîrên Goran bi darbeya PDK’ê ji kar hatin dûrxistin. Lê heta niha jî Tevgera Goran tevî ku hikûmet naxebite xwe ji hikûmetê venakişe.

Der barê mijarê de Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran, Çalak Muhendîs axivî û got: “Goran di civîna berê de behsa vê mijarê kir. Lê belê hêj biryara dawî li ser vekişîna ji hikûmetê nehatiye girtin.”

Muhendîs eşkere kir ku di civîna tê de ew ê mijarê zelal bikin. Der barê nîqaşa li ser vekişîna ji hikûmetê jî Çalak Muhendîs wiha peyivî: “Nêrînên cuda di nava partiyê de hene. Hinek di wê baweriyê de ne ku em ji hikûmetê venekişin lê belê hinek jî bi vekişînê re ne.” 


SILÊMAN