Demirtaş li vir rojev nirxand û pirsa "kê got, ´pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye?" kir. Demirtşa got, kê ev gotin kiribe, sersebebê rewşa îro ew zêhniyet e.

Demirtaş bang li serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu yê ku ji civîna bi HDP´ê re revî kir û got, "Baş e, pirsa ´te çima te êşkence li cenazeyan kir´ wê li axretê ji te were kirin, tê hingê bi ku ve buirevî? Tu zarokan didî kuştin, ma em hesabên van nepirsin? Ma em li wan bibihurin? Ji ber ku tê dilê xwe bigirî, em vê bavêjin hinavên xwe? Ma hesab nepirsin?" 


Tu her roj hesêb didî qesrê tu şerm nakî tu ditirsî hesab bidî muxalefetê

Demirtaş bi bîr xist ku Davutoglu her roj hesêb dide qesrê û weha dewam kir: "Tu şerm nakî tu her roj hesêb didî qesrê, lê ma tu ditirsî ku hesêb bidî muxalefetê? Em ji rakirina mafê destnedanê natirsin, em ji nebûna edaletê ditirsin." 

Li ser mijara xwerêveberiyan jî Demirtaş got, minaqeşeyên li ser rejîma serokatiyê weke maf tên dîtin û çima minaqeşeyên li ser xweseriyê weke sûc tên dîtin û weha dewam kir: "heke ya we model e, ya me jî model e. Tu dibêjî em welêt hemûyî bidin dest yek zilamî, em dibîjin em bidin dest gel. … Serbest e mirov modela Hîtler pêşniyaz bike, lê sûc e mirov modela Swêdê pêşniyaz bike. Ecêb e." 


 ANKARA