
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî terora dewleta Tirk di roja 23´yan de dewam dike. Taxên Barbaros û Şehîd Harûn ji pêr bi şev ve bi tankan tên topbarankirin.
Xelkê li salina sporê kom dikin
Li taxa Barbarosê ji doh heta niha nêzî 7 hezar mirovî bi zora sîlehan ji malên xwe hatin derxistin. Çekdarên dewleta dagirker ev mirov birin salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê. Li vir jî ji bo ku Sîlopitayê biterikînin zext li wan tê kirin. Hate zanîn ku hemû welatiyên di kontrola nasnameyê re hatine derbaskirin û zêdetirî 20 ciwanan hatine binçavkirin. Nayî zanîn ka ev ciwan bi ku ve birine. Malbat ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Hin ciwanên ku hatine binçavkirin ev in: Omer Yîgît, Velî Yîgît, Bedran Yîgît, Abdullah Tanguç.
Tevî van êrîşên hovane jî li taxên Barbaros, Şehîd Harûn û Karşiyakayê berxwedana gel dewam dike.
Ji bêrûmetiya dewleta Tirk re ti xetên sor nînin
Çekdarên dewleta Tirk bi hevserê Zubeyde Ezer a ku li Silopiyê bi guleya bombeavêjan ji serê xwe giran birîndar bû, Suleyman Ezer nivîseke ku dibêje "PKK'ê hevjîna wî birîndar kiriye" bi darê zorê dan îmzekirin.
'Polîs û leşker bi min keniyan'
Ezer diyar kir ku ji roja ku êrîşên tevkujiyê destpê kirine ji mala wan guleyên topê kêm nebûye û got di 3'ê Kanûnê de danê sibê hevjîna wî ji serê xwe bi giranî birîndar bûye. Ezer got, bang li ambûlansê kir, lê ambulans nehatiya û wiha pê de çû: "Min ew girt ser pişta xwe û gihand nexweşxanê. Çend ciwan ji min re bûn alîkar. Ji nexweşxanê re 2-3 km. mabûn çavê min bi leşker û polîsan ket. Hevjîna min li pişta min bû û ew bi min keniyan."
'Hemû DAIŞ in'
Ezer da zanîn ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tune ye polîsên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê xwestine nivîseke ku dibêje, "PKK'ê ew birîndar kiriye" pê bidin îmze kirin û wiha dewam kir: "Xwîn ji wê diçû. Ez mecbûr mam û min îmze kir."
Ezer da zanîn ku polîsên li nexweşxanê bi Tirkî nizanîbûn û di navbera xwe de bi Erebî diaxivîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "7 hezar tîmên taybet anîne. Bi Tirkî nizanin. Bi Erebî diaxivin. Hemû DAIŞ in."
Rêûresma dewletê: Sirgûn
Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de, ji ber ku ji propagandayên tarî encam bi dest neket, dewletê polîtîkaya sirgûnkirinê li Cizîrê jî xist dewrê. Tankên li ser girê Cahferî Sadik ê li Taxa Cûdî bi cih bûne, topan li taxê dibarînin. Ji ber topbaranê bi dehan mal danê vê sibehê xera bûn. Hêzên dewleta Tirk, ji bo terikandina navçeyê anonsan bê navber li gel dikin. Hêzên dewletê li taxa Cûdî jî dikevin malan û bi zorê gel ji malan derdixînin. Hêzên dewleta Tirk her wiha gefê li mirovan dixwin, eger navçeyê neterikînin, ew ê wan bikujin. Bi sedan mirovên ji malên xwe derketin jî, di bin navê kontrola nasnameyê de bi saetan li derve tên sekinandin. Beşek ji gel, li pira li ser Çemê Dîcle ya li Taxa Konakê tê sekinandin. Yên nasnameyên wan hatine kontrolkirin jî ji navçeyê tên sirgûnkirin. Li hemberî êrîşan û topbaranê, Yekîneyên Parastina Sivîl bersiva tund didin.
Tong jiyana xwe ji dest da
Kazim Tong ê li navçeya Şirnexê Cizîrê di 30'ê Kanûnê de di êrîşa polîsên Tirk de bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya taybet a li Êlihê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tong ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Cenazeyê Tong wê piştre li navçeya Şirnex Qilabanê bê veşartin.
ŞIRNEX