Hunermendê peykertraşî û înstalasyonê yê ji Başûrê Kurdistanê Hiwa K Xelata Hector werdigire. Hola Huner a Mannheim (Kunsthalle Mannheim) a ku xelatê dide, da zanîn ku hunerê Hîwa K bi kalîteya xwe ya teşe, vebêjerî û antropolojîk, ji nava hunermendên didin derdikeve pêş.

Ev xelata hanê ji sala 1997´an ve tevî Hevakera SAP´ê û Weqfa Teşwîqkerên Hola Huner a Hans-Werner Hector, li ser navê Hans-Werner Hector vê xelatê dide.

   

Herçî hunerê Hiwa K ye, ku Kurdekî penaber e ji Başûrê Kurdistanê, bi berhemên xwe li elaqeya di navbera koçberî û liderhiştinê de dipirse. Li pêşangeha cihanê “documenta 14´ê de par li bajarê Kasselê, berhema wî ya hunerî ya ji lûleyên dêw ên binesaziyê ya li Friedrichsplatz bi rastî jî mêvanên pêşangehê ber bi xwe ve dikişandin.

Ev xelat tê dayîn ji bo teşwîqkirina hunermendên 35-50 salî ên li Elmanyayê yên ku peykertraşiyê û yan jî hunerê din ê plastîk ê 3 dîmenziyonî (Hunerê eşyayan, înstalasyonên mekan û yên multîmedyayê) dikin.

Bi vê awayî ew hunerê peykeran ê ku pirraniya berhemên li Mannheimê berhevkirî pêk tîne, teşwîq dike. Xelat 20 hezar euro ne û pê re jî di vê li Hola Huner a Mannherimê pêşangehek bê organîzekirin.

 

FRANKFURT