HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/HELEBCE

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê bêdengiya ragihandina Başûrê Kurdistanê ya li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr, rexne kir û diyar kir ku hizbên Başûrê Kurdistanê, ragihandina Başûr bêdeng dike. Rojnamevanan bang li ragihandina Başûr kir da ku dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr bixin rojeva xwe.

Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê bêdengiya xwe dewam dikin. Li ser vê yekê rojnamevanên bajarê Helebce behsa bêdengiya ragihandinên Başûr yên li ser dagirkeriyê kirin.

Desthilatdar asteng in

Rojnamevan Zanyar Elî ku di kanala Xendan de kar dike, diyar kir ku li dezgehên ragihandinê, girîngî bi dagirkeriya Tirkiyeyê ya Başûrê Kurdistanê nayî dayîn. Zanyar got, “Ragihandin nikare mijara dagirkeriyê bixe rojevê da ku berpirsyar û aliyên peywendîdar ji bo vê yekê helwêstekê nîşan bidin. Herdu partiyên desthilatdar yên Başûr ji ber berjewendiyên aborî, rê nadin ragihandina wan jî vê mijarê bixe rojeva xwe.”

Zanyar got, ji kîjan alî ve bê bila bê, tenê armanca desthilatdaran komkirina pere ye, ji bo wan tiştekî girîng nîne, dikarin xaka Başûr jî bi firioşin.

‘Divê dagirkerî bikeve rojevê’

Rojnamevan Saman Fetah jî ku di kanala Peyam de kar dike, li ser heman mijarê got, “Erka hemû ragihandina Başûrê Kurdistanê ye ku mijara dagirkeriyê bixe rojeva xwe. Divê karekî cidî û bernameyeke taybet li ser vê yekê hebe da ku bandora xwe li ser rawestandina dagirkeriyê hebe. Aliyê hizbên siyasî ev mijar siyasî kiriye, ragihandin jî bêdeng kirine.”

Tehlûkeya mezin li ser Kurdistanê

Çoman Osman ku di kanala KNN´ê de dixebite, got, hizbên desthilatdar, dikarin ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, piştgiriya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bikin. Osman diyar kir ku weke berê wan bi çavê xwe dîtî, niha jî PDK piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike.

Wî got, piştgiriya PDK’ê îro metirsiyeke mezin e li ser ax û gelê Kurdistanê. Osman di dawiyê de bang li ragihandina Başûrê Kurdistanê kir da ku bi rastiyan tevbigerin û dagirkeriya dewleta Tirk bixin rojeva xwe.