Şandek ji 4 hizbên Rojhilatê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê a li bajarê Silêmaniyê kirin. Hizbên rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan Berxwedana Rûmetê û banga yekitiyê kirin.
Hizba Demokrata Kurdistan (HDK), Hizba Demokrata Kurdistana Îran (HDK-Î), Komeleya Şoreşgera Zehmetkêşana Kurdistana Îran, û Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê serdana nûnertiya rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kirin. Şande ji aliyê endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî serdanê, serokê şandeya navenda alîkariya hizbên Rojhilatê Kurdistanê Ferzîn Derbazçî daxûyaniyek çapemeniyê da û got; “Karesata ku li Rojava rû dide, komployên dijmin yên li ser Kurdan in. Ji bo vê em li vir dibêjin xelkê Rojhilatê Kurdistanê piştevanê Rojavayê Kurdistanê ye.”
Endamê nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Cawidan Kemal jî axivî û bal kişand ser pêdiviya bi yekhelwestiyê. Kemal got, divê Kurd bi yek ruhî li dijî êrîşan be û îro çepera wan Serêkaniyê ye, ji bo vê pêwîstî bi yekitiyê heye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ