Xêzeromana ‘Kobanê Calling (Kobanê bang dike)’ veguherî lîstika şanoyê. Lîstik li Îtalyayê tê nîşandan. Derhînerê vê lîstika şanoyê Zavagli dibêje, ew dizanin ku têkoşîna Kurdan ji bo wan e jî û ew ê hewl bidin dîroka Kurdan bi Îtaliyan bidin nasîn.

Ji ber xêzeromana ‘Kobanê Calling’ a karîkaturîstê Îtalyayî Zerocalcare (Michele Rech) lîstika şanoyê hate amadekirin.

Xêzeromana karîkaturîstê navdar qala rêwîtiya xwe ya ber bi Rojava ve dike ku di dema Berxwedana Kobanê de pêk hat.

Xêzeroman piştî ku li Îtalyayê 120 hezar hate çapkirin li 6 zimanan hate wergerandin.

Xêzeromanê bi taybetî bala ciwanan bire ser xwe.

 

Kobanê Calling li ser dikê ye

Projeya şanoyê ya ji ber xêzeromanê hatiye girtin, karê Imbarco û Lucca Comics&Games e.

Lîstika şanoyê bi navê “Calling Kobanê li ser dikê ye” hatiye adaptekirin û ji ber navdarbûna xêzeromanê bi xwe jî gelekî balê dikişîne ser xwe. Derhêneriya lîstikê ya hunerî jî Nicola Zavagli dike. Zavagli yek ji derhênerên şanoyê ye ku ji xelatên girîng ên şanoyê li Îtalyayê Xelata Nastro d’Argento wergirtiye.

 

Li 12 bajaran turne heye

Hejmara lîstikvanên şanoyê di vê lîstikê de 17 e û her 17 jî ciwan in. Lîstikvanê ciwan Lorenzo Parotto jî rola karakterê Zerocalcare dike. Lîstik ji 20’ê Mijdarê ve tê nîşandan. Hingê li bajarê Grosettoyê hat nîşandan. Lîstik heta niha li 8 bajaran hatiye nîşandan. Kobanê Calling li ser dikê ye ji 5 ta 15´ê Kanûnê de li paytexta Romayê hat lîstin. Li salona ku kapasîteya wê hezar kes bû lîstik hat lîstin û ev hola hanê her roj bi serî ve mişt û tijî bû.

Lîstik wê di 18’ê Kanûnê de li Bolognayê, di 27-29’ê Sibatê de li Genovayê, di 3-8’ê Adarê de li Napolî û di 26-29’ê Adarê de jî li Mîlanoyê bê lîstin.

 

Têkoşîna we ji bo me ye

Derhêner Nicola Zavagli got wan weke Teatro Imbarco lîstikek şervanên partîzan ên li Îtalyayê pêşkêş kir, berxwedana Kobanê jî ji gelek aliyan ve dişibe wê demê.

Zavagli silav li şervanên azadiyê kirin ku mijara lîstika wan bûn. Zavagli got, “Em zanin ku têkoşîna we di heman demê de ji bo me ye. Ji ber vê yekê em malavahiya we dikin. Tevî lîstikvanên xwe hemûyan heta ji me bê em ê hewl bidin dîroka we ji gelê Îtalyayê re vebêjin.”

 

 ANF/ROMA