Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Mêrdîn, Amed û Bedlîsê çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê li navçeya Amedê Farqînê ‘2 kontra’ hatin kuştin, li Mêrdînê derb li wesayita eskerî hate xistin û li Tetwanê jî çalakî hate kirin. HPG’ê di daxuyaniyê de got, ’’Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 15’ê Tîrmehê li ser rêya navçeya Mêrdînê Mîdyadê û navçeya Şirnexê Hezexê li dijî wesayiteke kontrayan çalakiyeke sabotajê pêk anî. Derb li wesayitê hate xistin, lê hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.’’ Li Farqînê 2 kontra hatin kuştin Di daxuyaniya xwe de HPG´ê diyar kir ku wan Li Farqînê li dijî kontrayan çalakî kiriye û got, “12’ê Tîrmehê hêzên me li dijî esker û kontrayên li ber bendava li navçeya Amedê Farqînê çalakiyek kir. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 kontra hatin kuştin.” HPG’ê wekî din da zanîn ku hêzên wan li ser rêya di navbera navçeyên Tetwan û Xîzanê yên ser bi Bedlîsê de derb li nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker xistine. Lê hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehatiye zelalkirin. BEHDÎNAN